Ji hunermendên Kurd li hember terora dewletê banga piştevaniyê
Hunermendên Kurd, li hemberî komkujiyên AKP’ê bang li gelan û raya giştî ya navneteweyî kirin. Hunermendan xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe.

Koma Berxwedan û hunermendên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li bajarê Koln ê Elmanyê bi daxuyaniya çapemeniyê berxwedana gelê Cizîrê silav kirin û bang li AKP’ê kirin ku dawî li komkujiyan bîne.
Daxuyanî li ber Dêra Dom a Dîrokî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de li hember polîtîkayên dewleta Tirk bêdengiya dewletên Ewropayê hat rexnekirin û ev bang hat kirin:
Welatên Yekîtiya Ewropayê pêwîst e ji bo rawestandina vî şerê qirêj û hov tavilê bikevin nav tevgerê.
Hunermendan ji bo ji nû ve vegera ser maseya aştiyê xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, ji bo vê CPT û rêxistinên mafê mirovan bikevin dewrê.
Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin: “Em bang li gelê Kurdistan û dostên wan dikin ku di vê pêvajoya dîrokî ya zehmet a em têre derbas dibin, bi hev re têbikoşin. Di serî de li gelê Cizîrê li her cihê êrîşên hovane pêk tên xwedî li gelê me derkevin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, hunermendên Kurd bi awayekî komî belavokên ji bo Elman û tûrîstan hatibûn nivîsandin belav kirin.