Parlamenterê Goran Salih: Em tevlîbûna kongreya AKP'ê rast nabînin

Tevgera Goran a ji bo kongreya îro ya AKP'ê hat vexwendin got, "Di rewşeke ku AKP êrîşî gelê me dike de, em tevlîbûna kongreya wan rast nabînin. Ne rast e ti partî û rêxistinên Kurd tevlî bibin."

Tevgera Goran a ji bo kongreya îro ya AKP'ê hat vexwendin got, "Di rewşeke ku AKP êrîşî gelê me dike de, em tevlîbûna kongreya wan rast nabînin. Ne rast e ti partî û rêxistinên Kurd tevlî bibin."

Parlamenterê Tevgera Goran Mecît Salih ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin ku AKP'ê Tevgera Goran jî dawetî kongreya xwe kiriye, lê belê ji ber ku li dijî gelê Kurd dest bi êrîşê kiriye wan rast nedîtine beşdarî kongreyê bibin. Salih, PDK û YNK ên tevlî kongreyê bûn jî rexne kir.

Salih diyar kir ku ew rast nabînin ti ji rêxistin û partiyên Kurd beşdarî kongreya AKP'ê bibin û got, "AKP'ê bi awayekî vekirî li dijî Kurdan şer îlan kiriye. Weke Tevgera Goran me biryar dan beşdarî kongreya wan nebin. AKP'ê vexwendîname bi awayekî fermî şandiye ji serokê me Noşîrvan Mûstafa re. Lê belê me ev vexwendîname rast nedît. Ji bo partiyên beşdar bûne re nikarim tiştekî bêjim. Lê belê di rewşeke ku AKP'ê li hemberî gelê me bi awayekî vekirî şer daye destpêkirin de, em tevlîbûna partiyên Kurd li kongreya wan rast nabînin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê were çareserkirin. Divê AKP tavilê li muzakereyê vegere."