Malbatên Bîrlîk û Çagirga çûn ser sindoqan
Malbata Haci Lokman Bîrlîk ê cenazeyê wî piştî înfazkirinê li pişt panzera polîsan bi erê re hat kaşkirin û dayika Cemîle Çagirga ya li Cizîrê cenazeyê wê li sarincê hat ragirtin, çûn ser sindoqan.

Malbata Bîrlîk li Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê ya li taxa Cûmhûriyetê ya Şirnexê, li sindoqa bi hejmara 1028'an dengê xwe bi kar anî û destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê dengê xwe bi kar tînin.
'EM LI HEV XWEDÎ DERKEVIN, EM LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN'
Dayika Bîrlîk nezîra Bîrlîk piştî dengdayînê got, "Bi tenê duayekê dikim; bila êdî li xaka Kurdistanê xwîna ciwanên me neherike. Em êdî destê hev bigirin, xwedî li hev derkevin û xiyanetê li gelê xwe nekin. Eger em vê nekin, divê em tiştekî ji kesî hêvî nekin. Bila tevahiya gelê Kurd xwedî li sindoqan û dengên xwe derkeve."
Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî xwest, hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo tevahiya welêt bibe wesîleya aştiyê û got, "Vî dengî bi hêviya aştî, azadî û edaletê ji bo hemû gelan bi kar tînim."
CIZÎR
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî welatî danê sibehê herikîn ser sindoqan. Li navçeyê ji ber biryara desteya hilbijartinê ya navçeyê, cihê 93 sindoqan hatibû veguhestin. Li ber derê dibistanan wesayîtên zirxî hatine bicihkirin û her wiha wesayîtên zirxî li caddeyan jî digerin. Li navçeyê nexweş û kesên pîr jî bi wesayîtan diçin ser sindoqan, welatiyên ku nikarin derenceyan derkevin jî li baxçê dibistanan deng didin.
Li Cizîrê, malbatên 22 kesên ku di rewşa awarte ya 9 rojan de hatin qetil kirin jî çûn ser sindoqan. Yek ji kesên çû ser sindoq jî dayika Cemîle Çagirga ye ku di 7'ê Îlonê de li Taxa Cûdî ji aliyê polîsan ve hatibû qetil kirin û ji ber êrîşan bi rojan nikaribû were defin kirin. Dayika Çagirga Emîne Çagirga dengê xwe li Dibistana Navîn a Menderesê bikaranî. Cagirga diyar kir ku ew bi êşa keça xwe çûye ser sindoqê û wiha got: "Me zilma ku li me hate kirin ji bîr nekir. Min dengê xwe ji bo aştiyê bi kar anî. Yên ku vê zilmê bi Cizîrê dan jiyîn wê winda bikin."