Li Misricê leşkeran dengdayîn sekinandin

Li gundê Telîba yê navçeya Sêrt Misricê, leşkerên Tirk bi îdîaya ku bênasname deng hatiye bikaranîn, dengdayîn sekinandin.

Li gundê Telîba yê navçeya Sêrt Misricê, leşkerên Tirk bi îdîaya ku bênasname deng hatiye bikaranîn, dengdayîn sekinandin.

Li gundê Telîba yê Misricê, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de temamiya dengên wê ji HDP'ê re hatibûn bikaranîn, kar û barên dengdayînê hat sekinandin. Leşkerên Tirk ên bi wesayîtên zirxî dor li gund girtine, îdîa kirin ku du kesan bênasname deng bi kar anîne û dengdayîn sekinandin.

Li gund hînê zêdeyî nîvê hilbijêran dengên xwe bi kar neanîne. Hilbijêrên ku nikarin dengê xwe bi kar bînin, rewş ji Maseya Krîzê ya HDP'ê re ragihandin.