Li Serhedê zext û êrîşên giran
Li bajarên Serhedê, bi destpêkirina dengdayînê re zext û êrîşên hêzên dewletê zêde bûn. AKP'yî û hêzên dewletê yên Tirk li gelek cihan êrîşî HDP'yî û rojnamevanan kirin.
Li bajarên Serhedê, bi destpêkirina dengdayînê re zext û êrîşên hêzên dewletê zêde bûn. AKP'yî û hêzên dewletê yên Tirk li gelek cihan êrîşî HDP'yî û rojnamevanan kirin.
Li navçeya Wan Bargirî, AKP'yiyan êrîşî endamên HDP'yê yên jib o ewlekariya sindoqan li navçeyê digeiryan kirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer, tevî Hevşaredar û rêveberiyên HDP û DBP'ê ji bo kontrolkirina sindoqan li gundê Xeraşikê bûn, lê rastî êrîşa AKP'yiyan hatin. AKP'yiyan her wiha êrîşî rojnamevanan jî kirin û makîneya wêneyan û kamera rojnamevan Remzî Solmaz şikandin û bi lêdana kulman diranên wî şikandin.
Li navçeya Wan Ebexê, namzetê AKP'ê yê Parlamenteriyê Ferman Yildirim li Dibistana Navîn a Herêmê ya Hafiz Tûran, gef li berprisyarê HDP'ê yê dibistanê Yahya Ertûgrûl xwar.
Li Qerqeliyê jî, leşker li ber Dibistana Seretayî ya Taxa Çûbûklû bi cih bûn û kontrola nasnameya herî kesî dikin.
Li taxa Hevirzong a navçeya Wan Erdîşê, leşkeran bi zora çekê nasnameya gel kontrol kirin. Her wiha li ber dibistanên Taxa Yeîloavayê timî wesayîtên zirxî derbas dibin.
Li Agirî, heyeta ji parlametner û rojnamevanên ji Bask û Katalan hatine, rastî astengiya polîsan ahtin. Polîs nahêlin heyeta çavdêr bikevin hundirê dibistanan.
Li Qersê polîsan dor li dibistanên deng lê tên bikaranîn girtine û yekcaran bi welatiyan re nîqaş dikin. Heyeta çavdêr a ji Swîsreyê hatiye jî rastî astengiya polîsan tê.
Li bajarokê Bajêrgeh ê navçeya Colemêrg Geverê, leşkeran nuqteya kontrolê ava kirin û nasnameyan kontrol dikin. Li gundên Morê, Kertînis, Gulankê polîs li pêşiya dibistanan kontrola GBT dikin.