Yuksekdag: Bila aştî ji sindoqê derkeve

Yuksekdag dengê xwe li Wanê bi kar anî. Hevseroka HDP'ê piştre daxuyaniyek da û got, "Rêya me vekirî be."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Marmît a navçeya Wan Tûşbayê bi kar anî. Yuksekdag li pêşiya dibistanê ji aliyê jinan ve hat pêşwazîkirin û piştî silavdayînê, çû ser sindoqê.

Hevseroka HDP'ê piştî dengê xwe bi kar anî daxuyaniyeke da. Yuksekdag bibîr xist ku hilbijartina 1'ê Mijdarê hilbijartineke bi zorê hatiye ferzkirin e û got, "Em dixwazin di vê hilbijartina hatiye ferzkirin de jî daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê me derkeve holê. Ji bo me rojê gelekî giran bûn. Di nava mirin, zext û şer de em neçar man xebatên xwe bimeşînin."

Yuksekdag got, "Li Wanê mirovan tevî zext û şer jî deng û vîna xwe parastin. Ez bawerim ku wê îro jî baweriya xwe ya ji demokrasî û aştiyê bi awayê herî rast nîşan bide" û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Piştî 1'ê Mijdarê bila rêya me vekirî be. Bila Tirkiyeyeke ku êş, rondikên çavan, şer zilm û zora li ser mirovan tineye, derkeve holê. Mirov bi vê armancê tevlî dengdayînê bûn û hêvîdarim em ê bi ser bikevin."