AKP'ê dest bi hîle û zextan kir
AKP'ê li hin bajar û navçeyan ji niha ve dest bi hîleyan kir. Polîs û leşker li ser sindoqan zextê li hilbijêran dikin.
AKP'ê li hin bajar û navçeyan ji niha ve dest bi hîleyan kir. Polîs û leşker li ser sindoqan zextê li hilbijêran dikin.
AKP'ê li hin bajar û navçeyan ji niha ve dest bi hîleyan kir. Polîs û leşker li ser sindoqan zextê li hilbijêran dikin. Li Bazîdê polîsan navê kesên dengê xwe bi kar anîn nivîsandin. Li hin herêman jî elektrîk nîne.
AGIRÎ: Li navçeya Agirî Patnosê, polîsên li ser sindoqan disekinin hewl didin bi zorê daxwazanameya 'daxwaza parastinê' bi serokên sindoqan bidin îmzekirin. Li navenda Agirî, navçeyên Zêdkan û Bazîdê jî, polîs li ser sindoqan bicih bûn. Li Bazîdê, polîs yek bi yek navê mirovên dengê xwe bi kar tînin dinivîsînin. Ji ber van pirsgirêkan rêveberiyên HDP'ê yên Bajêr bi Dadgeriya Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtinê dikin.
BEDLÎS: Li Bedlîsê, danê sibehê saet di 04:00 de sindoq bi helîkopterên leşkerî birin hin gundan, dibistanên li bajar û navçeya navendî jî polîs bi çekên xwe digerin. Li navçeya Xîzanê, ji ber biryara veguhastina sindoqên li 10 gund û gundiyan, pirsgirêka çûn û hatina hilbijêran rû da. HDP ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wesayît amade kir. Li gundên Pirxus û Tepewang ên Xelatê, li dibistanên sindoq lê hatine danîn leşker û cerdevan hene. Di vê navberê heyetek navneteweyî ya ji 20 kesan a ji bo şopandina hilbijartinê hat, kom bi kom li Bedlîs û navçeyên wê digere. ÎHD'ê jî bi heman armancê 105 kes wezîfedar kir.
COLEMÊRG: Li gundê Helevîs ê navçeya Colemêrg Geverê, fermanarê Jendermeyan ê hat dibistanan dengdayînê îdîa kir ku fermana Walîtiya Colemêrgê heye û lîsteya hilbijêran wergirt. Li bajarokê Bajirgeh û gundên wê jî, ji danê sibehê ve elektrîk nîne.
ÎZMÎR: Li taxa Asarlik a navçeya Îzmîr Menemenê hilbijêr li wesayîtên bê plaqe rast hatin. Li ser daxwaza gel û muşahîdên HDP'ê ev wesayîtên bê plaqe ji hewşa dibistanê hat derxistin. Di dema hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hilbijêran li hemberî xeteriya dizîna dengan, tekerên van wesayîtan teqandibûn.