Li Amedê tevî zextan jî tevlîbûn di asteke bilind de ye

Li Amedê, tevî dorpêçî û zexta polîsan jî, gel herikî ser sindoqan û bi tevlîbûneke xurt dengdayîn dewam dike.

Li Amedê, tevî dorpêçî û zexta polîsan jî, gel herikî ser sindoqan û bi tevlîbûneke xurt dengdayîn dewam dike.

Bi destpêkirina dema dengdayînê re gelê Amedê herikî ser sindoqan. Balkêş e ku polîs li hemû rêyên ber bi cihên dengdayînê ve diçin bi cih bûne û li gelek cihan mafên mirovan tên binpêkirin.

Gelê Amedê tevî hemû zextan jî di asteke xurt de tevlî dengdayînê dibe. Tê payîn ku ev tevlîbûn di saetên pêş de zêdetir bibe.