Namzetên HDP'ê yên Marmarayê gotin 'Aştî' û dengên xwe bi kar anîn
Hemû namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên ku dengê xwe bi kar anîn, peyama aştiyê dan.
Hemû namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên ku dengê xwe bi kar anîn, peyama aştiyê dan.
Namzetên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Bûldan, Fîlîz Kerestecîoglû, Huda Kaya, Garo Paylan, Tûrgût Oker, Alî Kenanoglû, Beyza Ustun, Erdal Ataş, namzetê Kocaeliyê Alî Haydar Konca û namzeta Bûrsayê Asiye Kolçak bi hêviya 'aştiyê' dengên xwe bi kar anîn.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê û namzeta herêma 3 a Stenbolê Pervîn Bûldan dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Esenyûrt Ornekê bi kar anî.
Namzetên din ên HDP'ê yên Stenbolê Garo Paylan li Lîseya 50. Yil Anadolû ya Yeşîlkoyê, Erdal Ataş li Dibistana Navîn a Îkîtellî ya Kuçukçekmece, Alî Kenanoglû li Dibistana Nîhat Çandarli ya Avcilarê, Beyza Ustun li Dibistana Seretayî ya Malazgîrtê ya Bagcilarê, Fîlîz Kerestecîoglû li Dibistana Navîn a Nîlufer Hatûn a Şîşlî, Huda Kaya li Lîseya Anadolû ya Mûstafa Kemal Ataturk a li Kadikoyê û Tûrgût Oker jî li Lîseya Pîşeyî ya Bazirganiyê ya Kartalê dengên xwe bi kar anîn.
Namzeta HDP'ê ya Bûrsayê Asiye Kolçak jî li sindoqa bi hejmara 2151 a Dibistana Seretayî ya NOSAB'ê dengê xwe bi Hevseroka HDP'ê ya Bûrsayê Kezban Dûmlû re bi kar anî.
Namzetê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca jî bi hevsera xwe re dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Ş. Umît Balkan bi kar anî.