Li taxên Karayilan, Vatan, Guzelvadî, Beydîllî û Beybahçe yên navçeyên Dîlok Şahînbey û Şehîtkamîlê, ku piraniya şêniyên wan Kurd in, li nava kolanan wesayîtên zirxî yên polîsan hatin bicihkirin. Li dibistanên taxan jî polîsan nuqteya kontrolê ava kirin û li ser hilbijêran digerin. Welatiyên ku li dijî vê pêkanîna li ber Dibistana Seretayî ya Celal Dogan derketin, rastî gefên polîsan hatin. Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl hat dibistanê û diyar kir ku ev pêkanîn qanûnî nîe. Di navbera polîsan û namzetê HDP'ê de jî tengezarî derket û di encama hevdîtina mi Midûrê Emniyetê û Waliyê Dîlokê de rewşa aloz çareser bû.
Li navçeya Riha Pirsûsê jî, xizmên namzetê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li nava taxan geriyan û bi çekên kalaşnîkov û debanceyê gef li welatiyan xwarin ku dengên xwe bi kar neynin. Van kesan ku bi çekê heqaret li welatiyên li hewca dibistanê ya li Taxa Marût xwarin, li welatiyê bi navê Emrah Kaya dan. Li taxa Yîne Perepere jî, welatiyên ku dîtin xizmên nazmetê AKP'yî û wezîfedarê AKP'ê yê li ser sindoqan Mehmet Yildiz ê xizmê Halîl Yildiz bi çekê hatine, dest li rewşê werdan. Li ser vê yekê van şexsan hewl dan birevin û welatiyan wesayîta wan dan sekinandin. Di lêgerîna li vir de 2 kalaşnîkov hatin dîtin. Ev şexs û çekên bi wan radestî jendermeyan hatin kirin.