Li Êlihê gel li ber dengan nobedê digire
Li Êlihê, hilbijêrên ku danê sibehê ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan, piştî ku dengên xwe bi kar anîn, li ber dibistanên dengdayînê dest bi nobedê kirin.
Li Êlihê, hilbijêrên ku danê sibehê ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan, piştî ku dengên xwe bi kar anîn, li ber dibistanên dengdayînê dest bi nobedê kirin.
Li Êlihê, hilbijêrên ku danê sibehê ji bo dengdayînê çûn ser sindoqan, piştî ku dengên xwe bi kar anîn, li ber dibistanên dengdayînê dest bi nobedê kirin. Ji ber ku di lîsteya ji aliyê YSK ve hat amadekirin de navên wan tineye, nûçegihanên DÎHA, ANF û JINHA'yê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Li Êlihê hilbijêrên danê sibehê çûns er sindoqan dengên xwe bi kar anîn. Dengdayîna li herêmê bi tevlîbûneke xurt dewam dike. Parlametnera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî li Dibistana Navîn a Ziya Gokalp dengê xwe bi kar anî. Ji ber ku di lîsteya ji aliyê YSK ve hat amadekirin de navên wan tineye, nûçegihanên DÎHA, ANF û JINHA'yê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Destûr ji xebatkarên çapemeniay Kurd re nehat dayîn ku li Lîseya Batmanê dîmenan bikişînin.
Ji ber hinceta ewlekariyê welatiyan li 9 sindoqên cuda dengên xwe bi kar anîn. Ji bo vê yekê jî hilbijêr bi otobusan hatin veguhastin. Balkêş e ku eleqeya hibijêran ji bo dengdayînê zêdetir bûye.
HEYETA ELMAN HAT ASTENGKIRIN
Li aliyê din, heyeta Elman a li Êlihê ye, nikare bikeve hundirê dibistanan. Heyeta çû herêma Hezo-Qabilcewzê, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hat astengkirin. Her wiha ajokarên heyetê hatin binçavkirin.