Ji HDP'ê tedbîrên ewlekariyê
Li Navenda Giştî ya hDP'ê ku gelek caran rastî êrîşan hat, tedbîrên ewlekariyê hatin girtin. Ketin û derketina avahiyê tê kontrolkirin.
Li Navenda Giştî ya hDP'ê ku gelek caran rastî êrîşan hat, tedbîrên ewlekariyê hatin girtin. Ketin û derketina avahiyê tê kontrolkirin.
Li kolana Navenda Giştî ya HDP'ê lê ye, tedbîrên xurt ên ewlekariyê tên girtin. Kolana ku avahî lê ye, ji aliyê dildarên ji aliyê HDP'ê ve hatine wezîfedarkirin ve tê parastin. Her wiha ketin û derketina avahiyê jî bi berfirehî tê kotnrolkirin. Sedema vê yekê jî îxbar û êrîşên heta niha hatine kirin e.
Li Navenda Giştî ya HDP'ê xebatên ji bo hilbijartinê jî dewam dikin. Bi armanca şopandina binpêkirinan, Maseya Krîzê hat avakirin. Li gorî agahiyên heta niha gihaştine ber destê Maseya Krîzê li Mûş Haskoy, Riha Pirsûs û Serêkaniyê, cerdevan zext û zordariyê dikin.
Tevî Maseya Krîzê, Navenda Wergirtina Agahiyan jî her amade ye. Piştî ku saet di 17:00 de sindoq vebûn, wê muşahît û wezîfedarên li ser sindoqan bi 'Sîstema Şopandina Hilbijartinê' agahiyan ji Navenda Wergirtina Agahiyan a HDP'ê re ragihînin.
Dengên li derveyî welat hatine bikaranîn jî wê li Odeya Bazirganiyê ya Enqereyê bên jimartin. HDP'ê ji bo vê 480 kesên dildar, muşahît û wezîfedarên sindoqan wezîfedar kirine û li benda jimartinê ne. Li 27 bajarên ku krîtîk tên dîtin jî 300 çavdêrên navneteweyî hatin bicihkirin. Li gorî hilbijartinên bihurî, tevlîbûna li vê hilbijartinê û eleqeya tê nîşandan, zêdetir e.