Heyeta Çavdêr li Semsûrê rastî astengiyan hat
Heyeta Çavdêr a Navneteweyî ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan li Semsûrê ye hat astengkirin. Heyetê nikarî xwe bigihîne herêma dengdayînê.

Yek ji navendên ku zext li hilbijêr û muşahîdên HDP'ê tê kirin, Semsûr e. Li navçeya Golbaşi, bi dîmenan tespît bû ku Serokê AKP'ê yê Navçeyê di berdêla peeyan de deng kiriye. Li gelek gundên Kalikê jî destûr ji muşahîdên HDP'ê re nayê dayîn ku biçin ser sindoqan. Hat ragihandin ku keyayên gundên Kiferî, Garmiring û Tomagê bi gotina 'neyên vê derê, wê provokasyon derkeve' wezîfedarên sindoqan asteng kirine û leşkeran jî ti mudaxle nekirine.
Heyeta Çavdêriyê ya Navneteweyî tespît kir ku li Menzîl a ku Şêxê Nakşîbendî lê ye, destûr ji muşahîdên HDP'ê re nehatiye dayîn ku biçin ser sindoqan. Heyetê xwest biçe gund, lê destûr jê re nehat dayîn. Tercûmanê heyeta çavdêriyê Mehmet Sûbaşi got, "Destûr ji HDP'yiyan re nayê dayîn ku bikevin nava vî gundî. Tevî ku me gotin em heyeta çavdêr a serbixwe ne jî, nehiştin em bikevin gund. Dibe ku zext li her kesî tê kirin ku deng bidin AKP'ê."