Zext li hilbijêrê extiyar hat kirin, polîs bi zora çekê deng bi kar anî

Li Îzmîrê hîle û zextên AKP'ê dewam dikin. Li hilbijêrekî extiyar ê HDP'yî zexta 'dengê vala bi kar bîne' hat kirin. Her wiha polîsekî jî bi zora çekê deng bi kar anî.

Li Karabaglarê zext ji mamosteyan hat xwestin ku îmzeya xwe biavêjin binê raporên vala yên jimartinê yên li Dibistanên Seretayî Şeker û Mevhîbe.

Li Dibistana Seretayî ya Kûyûmcû Abdullah Altinçûbûk, wezîfedarên AKP'yî dixwazin provokasyonan derxînin.

Li Dibistana Seretayî ya Goksû Gazî ya Îzmîr Bûcayê, hat xwestin ku hilbijêrekî HDP'yî yê extiyar dengê xwe bi şaşî bi kar bîne. Hilbijêrê extiyar got ku wî HDP di pisûlaya dengan nedîtiye û li ser vê yekê jê re hat gotin, 'eger te nedîtibe vala bi kar bîne'. Piştî rageşiyê hilbijêr dengê xwe bi kar anî.

Wekî din polîs bi zora çekê li ser sindoqa bi hejmara 1080 xwest deng bi kar bîne, Tevî îtiraza HDP'yiyan jî serokê sindoqê tiştek nekir.