Heyetên çavdêr tên binçavkirin

Heyeta çavdêr a ji Yewnanîstanê hat, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Heyeta çavdêr a ji Yewnanîstanê hat, li Dibistana Seretayî ya Teyfîk Kûrt a li Kûmkapi ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve ji dibistanê hat derxistin û hat binçavkirin. Polîsan heyet bir Midûriyeta Şaxê Ewlekariyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

Hat ragihandin ku li Bayrampaşayê jî heyetên biyanî yên li Dibistana Seretayî ya Tûna, Dibistana Seretayî ya Hasan Rûmelî ya li Bagcilarê, Dibistana Seretayî ya Îbrahîm Ozay a li Esenyûrtê hatine binçavkirin.

Li aliyê din, hat îdîakirin ku li dibistanên Sûltangazî yên hînê deng lê tên bikaranîn, Midûrê Emniyetê yê Navçeyê bi berpirsyarên avahiyê re civîn kiriye.