Rêya Amed-Liceyê ji aliyê leşkeran ve hat girtin
Leşkeran bi îdîaya 'mayîn heye' rêya Amed-Liceyê li çûn û hatinê girtin. Destûr ji hilbijêrên li Lice û gundên wê re naye dayîn ku ji bo dengdayînê biçin û bên.
Leşkeran bi îdîaya 'mayîn heye' rêya Amed-Liceyê li çûn û hatinê girtin. Destûr ji hilbijêrên li Lice û gundên wê re naye dayîn ku ji bo dengdayînê biçin û bên.
Li Amedê, rêya ji Liceyê diçe gundê Fîs, li cihekî nêzî qereqolê hat birîn. Li Liceya ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji sedî 96 ê dengan ji HDP'ê re hat dayîn, rê bi îdîaya 'mayînê' hat girtin. Bİ qasî 200 wesayît di rê de mane.
Hilbijêrên ku ji bo dengdayînê dixwazin biçin Lice û gundên wê, ji ber rê girtî ye nikarin biçin navçeyê. Hilbijêrên ku ev 1.5 saet e di rê de asê mane, nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan. Namzetên HDP'ê yên Amedê berê xwe dan herêmê.