Li çar bajaran 7 kes hatin girtin, 11 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, bê navber dewam dikin. Di van operasyonan de li çar bajaran 7 kes hatin girtin, 11 kes jî hatin binçavkirin.

ÇEWLIK
Li Çewlikê, di operasyonên hemwext ên duh de bi hinceta avakirina "Komîsyonên Gundan" ên par 21 kesên hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li Qereqola Jendermeyan a Kanîreşê ew sewqî dozgeriyê kirin. Piştî îfadedayînên li dozgeriyê 16 kes serbest hatin berdan 5 kes jî bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Suleyman Aciyan, Serhat Keçî, Hasan Otag, Hasan Bayram û Engîn Oymak ên sewqî dadgehê kirin bi heman îdîayê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê.
ELEZÎZ
Li gundê Ardûrekê yê Paloya Elezîzê, rêveberê DBP'ê yê Paloyê Ramazan Ayan ê bi hinceta parvekirinên xwe yên li Facebookê hatibû binçavkirin, bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Çewlikê.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, xwendkarê Zanîngeha Dêrsimê yê bi navê Şahîn Eye yê 2 roj berê ji ber lêpirsînekê hatibû binçavkirin piştî ragirtina li midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin. Eye yê ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, ji aliyê heyeta dadgehê ve bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
SAKARYA
Li Sakaryayê danê sibehê polîsên Tirk ên şaxê TEM'ê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de nûçegîhanê DÎHA'yê Mûhammed Dogrû jî di nav de 11 kes ji ber beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûne hatin binçavkirin.
Navên hin kesên hatin binçavkirin ev in: Mîkaîl Erkan, Fîlîz Yavûz, Ayşe Dûrmaz, Semîh Batikan, Zozan Han, Leyla Ayalp, Salîha Aras.