Platforma Piştgiriya Pazarcixê ya Dûîsbûrgê, li dijî kampa ji bo çeteyan li Mereşê tê amadekirin, meşiya. Bi qasî 2.500 kesên beşdarî meşê bûn peymana "Em naxwazin li Pazarcixê ji bo DAIŞ'ê kamp bê çêkirin" dan.
ANF
DÛÎSBÛRG
în, 15 avrêlê 2016, 07:00
Li ser banga Platforma Piştgiriya Pazarcixê ya Dûîsbûrgê, bi qasî 2.500 kes saet di 18:00 de li pêşiya Stasyona Trenê ya Dûîsbûrgê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên li vê derê yên bi zimanên Tirkî û Elmanî de hat destnîşankirin, ku divê li dijî planên AKP'ê yên ji bo pêkanîna komkujiyeke din a Mereşê berxwedan bê nîşandan. Girseya gel dûre pankartên Platformê, pankartên saziyên Elewiyan û pankartên NAV-DEM, DÎDF, AGÎF, KOMKAR, Însiyatîfa Gel a Kurecîkê û ATÎK'ê dest bi meşê kir.
Di axaftinên li ser navê platformê de bal hat kişandin ser komkujî, tehcîr û xalîkirina etnîkî ya heta roja îro bi serê Elewiyan de hatine û hat gotin, hewl tê dayîn ev yek niha li Pazarcixê bê kirin. Qisekeran gotin, "Komkujiya Mereşê ya sala 1978'an bi destê faşîstên ji aliyê dewletê ve hatin organîzekirin, hat kirin. Bi sedan Elewî hatin kuştin. Malên wan hatin desteserkirin û talankirin. Bi hezaran ji wan ji neçarî Mereş terikandin."
Hat ragihandin, ku dewleta Tirk niha jî amadekariya komkujiyan dike û hat gotin, "Plansaziya nû ku dewama Komkujiya Mereşê ye, vê carê ji aliyê dewleta Tirkiye-AKP'ê ve tê meşandin. Dewleta Tirkiye-AKP'ê li gundê Pazarcix-Terolar ê Kurdên Elewî, ji bo endamên DAIŞ'ê kampê amade dike. Dixwazin malên Elewiyan desteser bikin û bajarekî nû çêbikin. Ev yek tê wateya tehcîr û qetilkirina Elewiyên li vê herêmê dijîn."
Qisekeran dan zanîn, AKP hewl dide rewşa demografîk a herêmê biguherîne, asîmîlasyon û komkujiyê li ser Elewiyan ferz bike û gotin, "Endamên DAIŞ'ê yên ji aliyê dewleta Tirkiye-AKP'ê ve li Sûriyeyê hatin xwedîkirin û biçekkirin, vê carê wê li Pazarcixê bên bicihkirin. Dewleta Tirkiye-AKP'ê, vî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê kûr û sor kir, dixwaze di ser Elewiyan re bimeşîne."
Herî dawî hat bibîrxistin, ku li cihekî 3 hezar Elewî dijîn, kampeke ji bo 27 hezar mirovî tê amadekirin û ev yek zîhniyeta qetlîamker radixe pêş çavan. Di çalakiyê de benga mezinkirina berxwedanê hat kirin.