Wêneyên çalakiyên gelên berxwedêr li ber NY tên nîşandan
Wêneyên çalakiyên 5 salên dawî yên gelên ji bo azadiyê li ber xwe didin, li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) tên nîşandan.
Wêneyên çalakiyên 5 salên dawî yên gelên ji bo azadiyê li ber xwe didin, li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) tên nîşandan.
Wêneyên wênevan Demîr Sonmez ên ji sala 2011'an û vir ve dikişîne, di çalakiya li ber NY tên nîşandan.
Demîr Sonmez ku 20 sal in ji neçarî li bajarê Swîsre Cenevreyê li sirgûnê dijî, ji bo dengê têkoşîn û berxwedana gelan nîşan bide, bi salan e wêneyên çalakiyên wan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî nîşan dide.
Cara yekê ye li ber Neteweyên Yekbûyî pêşangehek tê vekirin. Di serî de Şaredariya Kantona Cizîrê û Meclîsa wê, şaredariyên bajarokan û meclîsên wan destekê didin pêşangeha Sonmez. Pêşangeh bi merasîmekê hat vekirin ku Şaredarê Kantona Cizîrê, Şaredarên Bajarokên Kantonê, Parlamenterên Kantonê û gelek siyasetmedarên Swîsreyî lê amade bûn. Pêşangeh wê heta 1'ê Gulanê vekirî be.
TÊKOŞÎNA GELAN TÊ NÎŞANDAN
Sonmez ku li Cenevreyê ji aliyê her kesî ve ji nêz ve tê naskirin, bêyî cihêkariyê bike wêneyê hemû çalakiyên li ber Neteweyên Yekbûyî yên 5 salên dawî kişand. Pêşangeha Sonmez a ji van wêneyan rastî eleqeyeke mezin tê. Sonmez di dema vekirina pêşangehê de axivî û got, "Bi salan e ez hêrs û coşa gelên li vê meydana li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, nîşan didim."
Pêşangeh li meydana Place de Nation ku her roj bi sedan tûrîst ziyareta wê dike, hatiye vekirin. Di pêşangehê de bi sedan wêne hene, ku piraniya wan ji çalakiyên gelê Kurd û Fîlîstîniyan pêk tê.
ELEQEYA JI BO WÊNEYÊ ÇALAKIYA JI BO AZADIYA OCALAN
Di serî de çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana Kobanê, wêneyên ji meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2011'an de ji Cenevreyê heta Strasboûrgê hat lidarxistin, balê dikişînin. Siyasetmedarên Swîsreyî dan xuyakirin, ku ev meydan meydana gelan e.
Siyasetmedaran bal kişandin ser girîngiya nîşandana wêneyên têkoşîna gelên berxwedêr, bi taybetî gelê Kurd heta 1'ê Gulanê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî.
Wêneyên di çalakiyên ji bo azadiya Ocalan de hatine kişandin, gelekî balê dikişînin.