NÛ BÛ

Ji Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan daxuyaniya li ser Şêxmeqsûd

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, li ser komkujiyên çete û hêzên rejîma Baas li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi taybetî li Şêxmeqsûd dikin, raporek weşand.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch), li ser komkujiyên çete û hêzên rejîma Baas li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi taybetî li Şêxmeqsûd dikin, raporek weşand.

Human Rights Watch di rapora xwe de agahiyên derbarê komkujiyên ku piştî ragihandina agirbestê li Sûriyeyê pêk hatine, wiha parve dike: "Di 31’ê Adarê de hêzên rejîmê gelek êrîşên hewayî anîn ser bajaroka Dêr El-Esafîr û li wir 9 jin û 12 zarok di nav de zêdeyî 31 sivîl hatin kuştin. 3 şahidên buyerê ji Human Rights Watch re tekez kirin ku tu nuqteyên leşkerî li herêmê tune bûn."

Human Rights Watch di rapora xwe de cih da komkujiyên ku çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li Şêxmeqsûd pêk tînin û ev komkujî wiha vegotin: "Li gorî meclîsa taxa Şêxmeqsûd, ku yek ji taxên bajarê Helebê ye û di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî de ye, komên çekdar di 5’ê Nîsanê de topên hawanê, rokêt û fuze avêtin taxê. Di encamê de 7 zarok û 5 jin di nav de zêdeyî 18 sivîl hatin kuştin û 68 kes jî birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Rûsiyeyê jî hejmara van kuştiyên sivîl teqez kir.

Endamê Meclîsa taxê Îmad Dawûd got ku komên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê fuzeyên Grad û hawan avêtin taxê. Çalakvanên herêmî jî dan zanîn ku êrîşên dijî taxê di demek ku van komên çekdar dixwestin ber bi kolana sereke ya taxê ve pêş bikevin, milîsên Kurdî bersiva wan dan û şer derketin, dest pê kirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî da zanîn ku komên çekdar di 6’ê Adarê de 23 fuze avêtin taxê. Di encamê de 4 zarok di nav de 9 sivîl hatin kuştin. Her wiha di 19’ê Adarê de jî komên çekdar ji taxa Hiluk top avêtin taxa Şêxmeqsûd û di encamê de 2 zarok di nav de 4 sivîl hatin kuştin.

Di 7’ê Adarê de jî, dîmenek çekdarên Tabûrên Siwar El-Şam dema ku fuzayan ji bo topbarana taxa Şêxmeqsûd amade dikirin hatibû kişandin, gihişt ber destê Human Rights Watch.

Rojnamevanên herêmî jî derbarê mijarê de agahî dan rêxistinê. Rojnamevan Berfîn Roj ku li Şêxmeqsûd dimîne, di 8’ê Nîsanê de diyar kir ku topbarana dijî herêmê ji 5’ê Nîsanê ve dest pê kiriye û hîna jî ranewestiya ye. Nexweşxaneya taxê tijî kuştî û birîndar e. Her wiha heya niha gelek kes di bin enqazên avahiyan de mane û ekîpên rizgarkirinê nikarin xwe bighînin wan."

Human Rights Watch di rapora xwe de dîmenên sivîlên taxa Şêxmeqsûd ên piştî êrîşên 5’ê Nîsanê hatine kişandin nîşan dan. Di dîmenan de sivîlên ku bi xeniqînê ketine, zarokên ku di bin enqazên avahiyan de asî mane û wiha jiyana xwe ji dest dane û zarokên din ku di çerçefên xwînî de hatine pêçan dixuyin.

Di raporê de tê gotin ku Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyeyê ku rêxistinek muxalîf e jî, bi daxuyaniyekê êrîşên 5’ê Nîsanê yên dijî taxê şermezar kirin.

Human Rights Watch di dawiya rapora xwe de bal kişand ser daxuyanek çeteyên Ceyiş El-Îslam ku tevlî danûstandinên Cenevreyê bûye, ku tê de li xwe mikur tê ku çekên kîmyewî li hember taxa Şêxmeqsûd bikar anîye.

Hêjayî bîrxistinê ye, taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji 16’ê Sibatê ve bê navber rastî êrîşên komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye tê. Di encama van êrîşan de jinên ducanî û zarok di nav de, bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan jî hatine birîndarkirin. Her wiha ziyanek mezin gihişt malên welatiyan.