Bi dehan kes hatin binçavkirin, 7 kesên din hatin girtin
Li Riha, Stenbol, Wan û Çewlikê gelek kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin.
Li Riha, Stenbol, Wan û Çewlikê gelek kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin.
AKP/Qesr ên dikin nakin nikarin gelê Kurd teslîm bigirin, operasyonên qirkirina siyasî didomînin.
RIHA
Li navçeya Riha Curnê Reş, 7 kesên ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî bi îdîaya 'heqaret li Serokomarê Tirk Erdogan kirine' duh hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Fermandariya Jendermeyan a li navçeyê, sewqî edliyeyê hatin kirin. Yûnûs Toprak, Mujdat Tûrgût, Mecnûn Toprak, Adîl Tûrgût û Hasan Cidir hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
STENBOL
Li Stenbolê, polîsan li navçeyên Esenyûrt, Gaziosmanpaşa û Esenlerê ya Stenbolê operasyona komkujiya siyasî pêk anîn. Polîsên TEM'ê di operasyona hemwext de 6 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
WAN
Endama Meclîsa Şeradiya Geverê Remziye Yaşar û Hevserokê Navçeyê yê berê yê DBP'a Geverê Naîl Durmaz ên ku 4 roj berê li Wanê hatin binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan ew şandin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Yaşar û Durmaz, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Her du welatî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.
Li navçeya Wan Erdîşê, di serdegirtina malan a danê vê sibehê de xebatkarên Şaredariya Erdîşê jî di nav de 14 kes hatin binçavkirin. Ersîn Avci Aydin Çakir, Erol Çetîn, Yûsûf Acar, Omer Sayiner, Sabahattîn Demîr, Ercan Ekîncî, Fariz Saglam, Abdullah Çakir, Mûrat Îş, Tarhan Îş, Îzzet Îş, Mûrat Albayrak û Kerem Çelîker ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
ÇEWLIK
Li navçeya Çewlik Kanîreşê di operasyonên danê vê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin û birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Hat ragihandin, operasyon hînê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de ji gundê Kargapazarê 3, ji gundê Haciyan jî 14 kes hatine binçavkirin. Çend ji kesên hatin binçavkirin û navên wan hatin hînbûn ev in: Hasan Bayram, Cîhat Genîş, Alper Ovmen û Metîn Yildirim.