Malbatên Pirsûsê: Ne zafiyet hevkariya qetlîamê
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkîldarî belgeyên ku hevpariya failên qetlîamên Enqere û Pirsûsê nîşan dide daxuyaniyek da, diyar kir ku belge “ne zafiyeta dewletê, hevkariya wê” nîşan dide.

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkîldarî belgeyên ku hevpariya failên qetlîamên Enqere û Pirsûsê nîşan dide daxuyaniyek nivîskî weşand.
Însiyatîfê diyar kir ku belge “ne zafiyeta dewletê, hevkariya wê” nîşan dide, got: “Tevî ku der heqê wan de îhbar û agahiyên îstîxbaratê yên bê hejmar hene jî, rastî ti astengiyan nehatine, li ber çavan zarokên me, xwişk û birayên me, dayik û bavên me qetil kirin. Rexmî beriya wê dihate zanîn jî, tevî ku beriya wê hatibûn binçavkirin jî, ev qatil beriya canê me bişewitînin nehatin astengkirin.”
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê axaftinên telefonê yên di navbera leşkerên li sînor wezîfedar û çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist, daxuyanî wiha domand: “AKP’e ya ku piştî bombeyên teqiyan di televîzyonan de got, ‘ev êrîş li hember me hemûyan e’ bê ka çawa bi van komên kujer re mil bi mil in diyar e. Em ê li hember berpirsên van qetlîaman têkoşîna xwe ya edaletê, girêdanbûyina bi bîranîna canên xwe yên me windakirî bidomînin. Qatilên hezkirînê me ji me stendin û hevkarên wan wê hesap bidin, wê di her gavên avêtine de dayik, zarok, xwişk û birayên li edaletê digerin bibînin.”