Ji Elewiyên li Dortmûndê çalakiya standê
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Komeleya Elewiyan standa agahdarkirinê vekir. Çalakiya standê duh destpê kir û wê sibe bi dawî bibe.

Stand li pêşiya HBF a Dortmûndê ya li Katharîneplatzê hat vekirin û Elman û mirovên ji gelek neteweyan wê ziyaret dikin. Di çalakiyê de polîtîkaya kirêt a Erdogan hat şermezarkirin. Û li ser pêvajoya dawî hîn bêhtir agahdarî hat kirin.
Qiseran bal kişandin ser zilma li Elewî, Sûnî û Êzidiyan tê kirin û gotin, "Mafê her gel û bawermendî ye ku bi nirxên xwe, bi rûmeta xwe bijî. Ya ku li Cizîrê tê qetilkirin ez im, ya ku li Cizîrê tê qetilkirin mirovahî ye, maf e." Qisekeran ji bo parvekirina êşan û bidexistina mafên xwe, bang kirin, ku berxwedan heta serketinê were meşandin.
Di axaftinên li vê derê de bal hat kişandin ser planên li ser sirgûnkirin û koçberkirina Elewiyan ji cih û warên xwe û hat gotin, "Di serî de Mereşê divê hemû canên Elewî sekneke rêxistinbûyî nîşan bidin. Bi vî rengî pêşî li neyîniyan were girtin. Ji bo vê jî rêxistinbûyîn şert e. Em bang li hemû canan dikin ku tevî canên bi mezlûmî li ber xwe didin, cih bigirin."