DEM Partî: Em Somayê nadin jibîrkirin!

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê di 11’emîn salvegera komkujiya madenê ya Somayê de karkerên ku jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: ‘’Hesaba hemû cînayetên karkeran dikare bes bi têkoşîneke ked, aşitî û edaletê were pirsîn.’’

Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û ev yek anî ziman: ‘’Em di 11’emîn salvegera komkujiya madenê ya Somayê ya 13’ê Gulana 2014’an de ku yek ji roja tarîtirin roja karkerên li Tirkiyeyê ye, dubare  301 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînîn.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyera li Somayê qewimî ne qeza ye, encameke eşkere ya polîtîkayên pergala sermayeyê, arizîkirin, bêkontrolî, pergala taşeronan û dijminahiya kedê ye û li hemberî nedarizandina berpirsiyaran nerazîbûnên xwe nîşan da û ev yek hate gotin: ‘’Soma ne tenê navê madene ye di heman demê de navê darizandina bêhiqûqî û neadil a li dijî karkeran e.’’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê têkoşîna ji bo karkeran berdewam bike û bi van gotinan bi dawî bû: ‘’Heya edaleta rastîn tê dabînkirin, şert û mercên karkeran tên başkirin wê têkoşîna me ya ji bo ked, demokrasî û aşitiyê berdewam bike. Em li rex hemû kesên ku daxwaza edaletê dikin, bin. Em dubare 301 karkerên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Me Soma ji bîr nekir û em nadin jibîrkirin!’’