BI DÎMEN

'Divê Hatim Abu Şeqra bê darizandin ne erkdarkirin'

Macîde Hesûn têkildarî erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelefê nerazîbûnên xwe nîşan dan û got, divê kesên xwediyê ruhê neteweya demokratîk Sûriyeyê bi rê ve bibin, ne yên terorîst.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn têkildarî erkdarkirina Hatim Abu Şeqra ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku divê Hatim Abu Şeqra bê darizandin ne erkdarkirin.

Macîde Hesûn di destpêka axaftina xwe de nerazîbûnên xwe nîşanî erkdarkirina Hatim Abu Şeqra da û ev yek anîn ziman:" Hatim Abu Şeqra yê ku hatiye tayînkirin,  bi xwe qatil e û di lîsteya terorê de ye. Ew bi xwe kujerê Hevrîn Xelef e, divê ev kes bên darizandin ne ku bên erkdarkirin. Weke jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em vê biryarê şermezar û red dikin."

Macîde Hesûn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê rol û misyona jinan bêhtir be û li hemberî vê biryarê rabin ser piyan û go:" Hevrîn Xelef jin bi rêxistin dikirin, ew bû pêşenga azadiya jinan, lê bi destê terorîstekî bi navê Hatim Abu Şeqra hat şehîdxistin. Lewra em vê yekê şermezar dikin. Her wiha mixabin ku gelek kesên din yên weke Abu Şeqra ku Sûriyeyê bi rê ve dibin, hîna jî di lîsteya terorê de ne. Em in xwediyê vê Sûriyeyê û em jî vê biryarê red dikin. "

Macîde Hesûn balkişand ser têkoşîna jinan a li hemberî DAÎŞ’ê û ev yek anîn ziman: ‘’Di hikûmeta nû de kujerên jinan tên erkdarkirin. Weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em vê yekê tu carî qebûl nakin. Çi dibe bila bibe kesê divê kujerên jinan li dadgeha navneteweyî bên darizandin."

Macîde Hesûn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin li hemberî vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan bidin û got: ‘’Divê  jin bi ruhê fikra neteweya demokratîk têbikoşin û ew kesên ku xwediyê vê fikrê jî divê xwedî erk û berpirsiyar bin. Kujerên weke yên Hatim Abu Şeqra jî divê bên darizandin. Divê kesên di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin, bên erkdarkirin. Divê Sûriyeya nû ne ji aliyê terorîstên weke Hatim Abu Şeqra ve bê birêvebirin divê kesên ku xwediyê fikra neteweya demokratîk ve bê birêvebirin."