Kurdên li Aachenê ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan
Kurdên li bajarê Elmanya Aachenê dijîn, ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan.
Kurdên li bajarê Elmanya Aachenê dijîn, ji bo Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê meşiyan.
Li bajarê Elmanya Aachenê, bi qasî 200 kes meşiyan û li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Girseya gel roja Înê li ber Mala Gelê Kurd a Aachenê li hev civiya û bi hilgirtina posterên Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPG/YPJ û MLKP'ê û vekirina wêneyên ji komkujiyên çeteyan li Kurdistanê kirî, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Girseyê li meydana Elîsenbrûnnenê mîtîngek lidar xist.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, nûnerê PYD'ê yê Aachenê Dr. Nasir axivî û qala berxwedana Şêxmeqsûd û Yekîneyên Parastina Sivîlan ên li Bakurê Kurdistanê kir.
Dr. Nasir got, "Çar aliyên Kurdistanê îro birîndar e û xwîn jê tê. Ji her aliyan ve xwînmêj bi ser me de tên. Lê belê li hemberî van êrîşan YPG/YPJ, YPS û gerîlayên me hene ku gelê me diparêzin. Em her tim alîgirê aştiyê ne, lê belê li ber gur em ne pez in. Çi dibe bila bibe em ê xwe biparêzin, li ber xwe bidin û bi ser kevin."
Piştî vê daxuyaniyê nûnerê Mala Gelê Kurd Bulent, bi zimanê Elmanî belavokek xwend û qala berxwedanên li Şêxmeqsûd û Bakurê Kurdistanê.
Paşê nûnerê MLKP'ê mafê axaftinê wergirt û dewletên rojavayî yên li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê bêdeng in, şermezar kir. Nûner got, "Çete wê nikaribin serî li me bidin tewandin. Em hevrêyên Kemal Pîran, Mehmet Tûnçan in. Lewma em soz didin şehîdên xwe; soz rûmet e, rûmet azadiya Kurdistanê ye."
Mîtîng piştî axaftinan bi dawî bû.