Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Enfal, komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û Şêxmeqsûd hatin şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên Elman ên li Bonnê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.

Meşa ji qada Frankenbandê destpê kir, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara û PYD-Bonnê ve hat organîzekirin.

Di meşê de belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser dijminatiya Erdogan a li Kurd û Kurdistanê. Hat destnîşankirin, ku ji Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîr, Sûri Silopiya heta Şêxmeqsûd berpirsyarê hemû komkujiyên li Kurdistanê dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e.

Piştî meşê, girseya gel li Munsterplatzê mîtîngek lidar xist. Di axaftinên li mîtîngê de ji Enfalê heta roja îro bal hat kişandin ser komkujiyên li Kurdan hatin kirin. Qisekeran, bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî komkujiyên ji aliyê Erdogan ve tên kirin bibîr xistin û ev helwesta Ewropayê şermezar kirin.

...