Li Qibrisê li dijî qetlîaman meşa ber bi saziyên Ewropa

Li Qibrisê qetlîamên li herêmên Kurdan hate protestokirin, ber bi nûnertiyên Fransî û YE ve meş hatin lidarxistin.

Li Qibrisê qetlîamên li herêmên Kurdan hate protestokirin, ber bi nûnertiyên Fransî û YE ve meş hatin lidarxistin.

Kurdên li paytexta Qibris Lefkoşayê dijîn, qetlîamên li Şêx Meqsûd û Nisêbînê û her wiha PYD li derveyî Cinêwê hiştin protesto kirin.

Girse destpêkê ber bi Sefaretxaneya Fransa meşiya, bi nûnerên saziyê re axivîn, dosyayek têkîldarî sûcên şer ên Tirkiyeyê û li Şêx Meqsûdê bikaranîna çekên kîmyewî radest kirin.

Heyet li Sefaretxaneyê hevdîtin pêk anîn, ji bilî pêşkêşkirina dosyayê, ji ber Fransa di Cinêwê de nûnerên Kurd paşguh kirin jî rexneyên xwe anîn ziman.

‘HÛN Ê JÎ BIBIN BERPIRSÊN QETLÎAMAN’

Girseyê piştre berê xwe Nûnertiya Yekîtiya Ewropa (YE). Girseyê li vir jî bêdengiya li hember qetlîamên li Nisêbîn û Şêx Meqsûdê protesto kir, xwest ku Ewropa helwesta xwe ya li vê erdnîgariyê ber çavan re derbas bike. Girseyê bi bîr xist ku berevajî wê Ewropa jî ji qetlîaman berpirsiyar be. 

...