Li Mereşê ya AKP dixwaze bi AFAD'ê ji bo çeteyan wargehan lê ava bike û gelê Elewî koçber bikin, zextên dewletê lê didomin. Ji ber roja Yekşemê li hemberî avakirina wargehan welatiyên beşdarî çalakiyê bûbûn, danê sibehê jendermeyan bi ser malên wan de girtin. Di vê serdegirtinê de 5 jê zarok 8 kes hatin binçavkirin.
Zarokên bi navê H.K. û Î.Y. ên ku ji Taxa Çokyaşarê, S.U. û S.A. yên ji Taxa Çîgîlê, M.Ç. ê ku ji taxa Çinarliyê sewqî dozgeriyê kirin. Welatiyên bi navê Alî Çîftçî ê ji Taxa Alibeyocagi, Alper Sariçam ê ji Taxa Hevekelî û Ahmet Kocar ê ji Taxa Zeynepocagi piştî îfadeyan serbest hatin berdan.
Berxwedana gelê Terolarê li ber Cemxanê di roja 22'an de ye.