Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

AGÎF'ê ji bo mîtînga piştevaniya girtiyan banga tevlîbûnê kir

AGÎF'ê ji bo mîtînga piştevaniya girtiyên ATÎK'î banga tevlîbûnê kir.

AGÎF'ê ji bo mîtînga piştevaniya girtiyên ATÎK'î banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de banga "Na ji krîmînalîzekirina koçberan bi qanûa 129 a-b re" hat kirin û hat bibîrxistin, ku di 15'ê Nîsana 2015'an de li gelek welatên Ewropayê di serdegirtinên polîsan ên hevdemî de 10 endamên ATÎK'ê hatine giritn.

AGÎF'ê bal kişand ser rewşa girtiyan, ku saleke di nava tecrîdê de tên ragiritn û got, "Di salên dawî de şoreşgerên ji ber hevkariya paşverû ya dewletên Tirk û Elman hatin girtin. Ev girtin parçeyek ji polîtîkaya krîmînalîzekirina koçberan a ji ber hukmên qanûna 129 a-b ye. Di çarçoveya heman konseptê de 8 welatparêzên Kurd ên ser bi NAV-DEM'ê dixebitîn hatin girtin û niha li girtîgehên cuda yên Elmanyayê tên ragirtin.

Li dijî konsepta şer a dewleta Tirk û Qesrê, li hemberî polîtîkayên êrîşên li dijî azadî, mafên me yên demokratîk û gelê me, meşandina têkoşînê ne sûc e. Ev têkoşîn rewa ye.

Weke Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), li dijî êrîşên di çarçoveya qanûna 129 a-b de hatin kirin, me wezîfeya xwe ya têkoşînê bi cih anîn, em ê ji niha û pê ve jî bicih bînin. Di salvegera êrîşa girtinê ya li hemberî şoreşgerên ATÎK'ê, de em bang li hemû mirovên pêşverû, şoreşger û raya giştî ya demokratîk dikin, ku beşdarî meş û mîtînga li bajarê Nurnbergê bibin."