BI DÎMEN

Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.

Li Mala Kurdan a li paytexta Rûsya Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn.

Di şexsê Şirîn Elemhorî û Hozan Mizgîn de tevahî şehîdên şoreşê hatin bîranîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina “Viyan” Tarê Qadir ve hate dayîn.

Tarê Qadir wiha axivî: “Dijminê bi hezaran salan çawa ku ji berxwedana gelê Kurd ditirsiya, hîn jî ditirse. Berxwedaniya jinên Kurd bi felsefeya Rêber Apo ku xwe birêxistin kir û xwe zane kir hişt ku di tevahî cihanê de bibe xwedî îrade û biryar. Dijminê hov her tundî û zext li hember jinên Kurd da meşandin. Îranê bi darvekirina Şirîn Elemhûlî xwest dengê jinên Kurd û berxwedana wê bêdeng bike. Lê belê her roj hîn zêdetir jinên Kurd xwe zane kirin, xwe bi îrade kirin û xwe bi rêxistin kirin. Em jî wek jinên ku li Rûsyayê dijîn bi fikir felsefeya Rêber Apo û bi têkoşîna jinên Kurd têkoşîna xwe didomînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin, û “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.