Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Hafen: Ev du sal in cîhanê bi nêrîneke baştir li Kurdan dinêre

Serokê Civata Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Elman Karl Hafen got, "Nêrîna cîhanê ya li Kurdan diguhere. Kurd heta niha li qada navneteweyî weke 'kiryar' dihatin dîtin, lê niha weke 'opfer' -mexdûr tên dîtin."

Serokê Civata Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Elman Karl Hafen got, "Nêrîna cîhanê ya li Kurdan diguhere. Kurd heta niha li qada navneteweyî weke 'kiryar' dihatin dîtin, lê niha weke 'opfer' -mexdûr tên dîtin."

Hafen ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ku weke saziyeke mafên mirovan a Elman a li qada navneteweyî dixebitin, ji sala 1972'an û vir ve li ser qurbanî û binpêkirina mafên mirovan ên li gelemperiya cîhanê disekinin.

Hafen bal kişand ser tehdeya li Kurdan tê kirin û got, "Heta niha dewleteke Kurdan nîne. Li welatên lê dijîn di rewşeke hindekahiyan de ne. Zext li wan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin. Mafên wan ên çandî, aborî û siyasî tên binpêkirin. Mafên wan ên bingehîn ên însanî tên binpêkirin. Û niha mexdûrê şerê diqewime."

Hafen da xuyakirin ku ew bi mafên hindikahiyan re jî mijûl dibin û got, "Ji otonomiya çandî heta mafên şexsî, hemû mafên hindikahiyan di nava sîstema mafên mirovan de cih digirin. Em bi hindikahiyan re jî mijûl in. Lewma ez bi xwe ji sala 1987'an û vir ve Kurdan nas dikim. Weke sazî em ji sala 1987'an û vir ve binpêkirina mafên wan dişlopînin. Mafê Kurdan ê otonomiyê, yê xwe bi rê ve birinê heye."

'HAYA ME JI HER TIŞTÊN LI HERÊMÊN KURDAN DIQEWIMIN HEYE'

Li ser terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî li Cizîrê, Serokê Civata Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Elman Karl Hafen wiha axivî: "Haya me ji her tiştên li herêmên Kurdan diqewimin heye. Em dizanin bê parêzvanên mafên mirovan û rojnamevan ji bo bûyeran ji raya giştî re ranegihînin rastî çi zextê tên. Ev bi serê me de jî hat. Mînak; em dizanin bê sînor çawa li cîhadiyan hatin vekirin. Lê qemyonên me yên alîkariya însanî ku weke saziya alîkariyê me ji Kobanê û Şengalê re şand, di sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyeyê de herî kêm 10 rojan hatin sekinandin. Ji beh heta deriyê li her tiştî geriyan. Xwestin yek bi yek envantera dermanan derxînin. Di nava alavên hatin şandin de yên dikarîbûn xera bibin hebûn. Tevî ku me îtiraz kirin jî li me guhdarî nekirin. Pasaport, belgeyên xebatkarên me, ajokarên me di kontroleke giran re derbas kirin."

'ERDOGAN SIYASETMEDAREKÎ FÊNEK E, DIXWAZE BI RÊYA KOÇERAN PERE QEZENC BIKE'

Der barê bazara li ser koçberan a navbera Erdogan û Merkel de Hafen got, "Bi rêya koçberan qezenckirina pereyan tiştekî gelekî giran û tirsnak e. Erdogan siyasetmedarekî gelekî fênek e. Dixwaze di vê rêyê de pereyan qezenc bike. Lê divê neyê ji bîr kirin; ne tenê Sûriyeyî, Afgan, Iraqî, Îranî û Pakîstaniyên ji mirinê direvin jî tên vê derê. Girtina sînoran bi temamî, tiştekî bê qebûlkirin nîne."

'CÎHAN ÊDÎ ERDOGAN WEKE KIRYAR DIBÎNE'

Hafen bal kişand ser xeteriya koçberiya Kurdan ji Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: "Ji xwe, dema mafên mirovan hîn bêhtir hatin binpêkirin, wê Kurd jî bên. Nêrîna cîhanê ya li Kurdan ber bi aliyê başiyê ve diguhere. Kurd heta niha li nava raya giştî ya navneteweyî weke 'kiryar' dihat dîtin. Lê niha weke 'opfer' -mexdûr tên dîtin. Êdî Erdogan weke kiryar tê dîtin. Ev yek welê vekirî kir, ku êdî ti ji serokê dewletekê yan jî saziyeke navneteweyî, nikare vê rewşa Erdogan binixumîne yan jî veşêre."