Demîrtaş li Osloyê dest bi hevdîtinan kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtinan bike hat paytexta Norwêc Osloyê.

Demîrtaş, li ser bûyer û qewimînên dawî yên li welêt, îro ji televîzyona dewletê ya Norwêcê (NRK) û yek ji rojnameyên sereke yên Norwêcê Klassenkampen re axivî. Demîrtaş duh jî weke qiseker beşdarî semînerekê bû. Hevserokê HDP'ê Demîrtaş wê sibe jî bi nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamenta Norwêcê re rûnê û piştre derbasî Wezareta Karên Derve bibe. Ji ber ku Wezîrê Karên Derve yê Norwêcê li derveyî welat e, Demîrtaş wê li vê derê bi şêwirmendê siyasî yê wezîr re hevdîtinê bike.

Semînera ku Demîrtaş weke qiseker lê amade bû, ji aliyê Mala Wêjeyê ya Norwêcê ve di bin navê 'Rojên Selahaddîn' de tê lidarxistin û wê çar rojan bidome. Di semînerê de, ji serdema Selahaddîn Eyyûbî heta berxwedanên rêveberiya xweser ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê, pirsgirêkên Kurdan tên nirxandin. Gelek akademîsyen û siyasetmedarên Kurdistanî û Norwêcî weke qiseker beşdarî semînerê dibin. Di roja duyemîn a semînerê de Demîrtaş bi qasî saet û nîvekê axivî.

'KURD DIXWAZIN XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN'

Demîrtaş diyar kir, hikûmeta AKP'ê sîstema serokatiyê kiriye mijara nîqaşê, yên destekê nadin vê sîstemê sûcdar îlan kiriye, lê li aliyê din bi ceza, girtin û komkujiyan bersivê dide nîqaşên li ser xweseriyê. Demîrtaş got, "Çima Serokatî dikare were nîqaşkirin, lê xweserî nabe bê nîqaşkirin?"

Hevserokê HDP'ê da xuyakirin, ku hemû welatên pêşketî û demokratîk ne ji navendekê ve ji herêman tên birêvebirin û destnîşan kir, ku Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo mafên bingehîn ên mirovan têdikoşin û dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.

EWROPA HAT REXNEKIRIN

Demîrtaş da zanîn, ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve gelê Kurd û nasnameyên din li derve hatine hiştin, hatine asîmîlekirin û anî ziman, ev polîtîkaya asîmîlasyonê di heman demê de li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî li dijî Kurdan hatiye meşandin. Demîrtaş got, "Em li herêmê li dijî zîhniyeteke koledar û tecawizkar têdikoşin" û rexne li welatên Ewropayê kir, ku li pêşberî binpêkirina mafên mirovan û komkujiyên li bajarên Kurdan bêdeng in.

'JI TIRSA NIKARIN HEVPEYVÎNÊ BIKIN'

Demîrtaş bal kişand ser têkiliya çapemenî û desthilatdariyê ya li Tirkiyeyê û diyar kir, rojnamevanên rexneyê li AKP'ê dikin, jiyana wan diherimin. Demîrtaş da xuyakirin, ku qenalên televîzyonê û rojnameyên li Tirkiyeyê ji tirsa nikarin pê re hevpeyvînê bikin."