Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Di ser Tirkiyeyê re çûn û hatina çeteyan dewam dike

Navenda Şopandina Agirbesta li Sûriyeyê ya Rûsya diyar kir, ji Tirkiyeyê zêdeyî 150 çete derbasî herêma Lazkiye bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi rêya malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand û got, "Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, yekîneyek ji zêdeyî 150 çeteyan pêk tê, di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî bakurrojhilatê herêmê bûye."

Di daxuyaniya Navenda Şopandina Agirbestê de hat ragihandin, çeteyan bi roket û topan êrîşî gundên Sandran, Beyt Smayra, Kînsîbba û Kermel kirine û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest daye, 4 sivîl jî birîndar bûne.

Hat gotin, komeke çete ya ji 400 kesî bi tank û maşînên zirxî êrîşî artêşa rejîmê ya li nêzî Handaratê û êrîşî çeperên YPG'ê yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin.