Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî Şêxmeqsûd li bajarê Viyana hatin şermezarkirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi desteka dewleta Tirk û çeteyên AKP'ê tên kirin, ji aliyê kurdan ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin.
ANF
VIYANA
pêncşem, 14 avrêlê 2016, 07:20
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi desteka dewleta Tirk û çeteyên AKP'ê tên kirin, ji aliyê kurdan ve li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin şermezarkirin.
Çalakî li Stephansplatzê ji aliyê PYD'ê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de alên PYD, YPJ, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên li Şêxmeqsûd hatin qetilkirin destpê kir.
Di çalakiyê de belavokên li ser qewimînên li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin û xwendin.