Obama: Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşketinên girîng hene
Serokê DYA Barack Obama diyar kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşketinên girîng hene.
Serokê DYA Barack Obama diyar kir, di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêşketinên girîng hene.
Obama got, "Ez di rewşa parastinê, em di pozîsyona êrîşê de ne" û wiha dewam kir: "Li Sûriye û Iraqê DAIŞ di rewşa parastinê de ye. Koalîsyona me ya ji 66 endaman, ku hevkarên me yên Ereb jî di nav de hene, di pozîsyona êrîşê de ye. Em bi pêş de diçin. Em dixwazin vê pêşdeçûnê biparêzin. Em lîderên wan, fermandarên wan û êrîşên wan ên terorîstî ji holê radikin. Çend mehên dawî ji bo lîderiya DAIŞ'ê nebaş derbas bûn."
Balafirên şer ên hêzên koalîsyonê heta niha li Sûriye û Iraqê, li hemberî DAIŞ'ê 11 hezar 500 operasyonên hewayî pêk anîn.
Tirkiye ya ku endamê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ye, desteka xwe ya ji bo komên çeteyan jî didomîne.