TKP-ML’ê: Ne axa wan pêlê kirî û ne jî şiverêyên li ser meşiyane wê ti carî wan ji bîr neke

Komîteya Navendî ya TKP-ML’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ên ku bi berxwedana xwe ya li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn mohra xwe li dîrokê xistin bi bîr anî û diyar kir ku ew xwedî li bîranîna wan derdikevin.

Komîteya Navendî ya TKP-ML bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew bi xemgînî hînî şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bûne ku pêşengên berxwedana azadiya neteweyî ya Kurd in. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku her du pêşengan bi dîroka xwe ya têkoşînê ya ji 50 salan derbas kiriye re li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn şopên nayên ji bîr kirin hiştine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku TKP-ML’ê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi xemgîniyek mezin, lê bi dilsoziya bîranîna wan pêşwazî kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev her du hevrêyan ku sembolên berxwedan, biryardarî û azweriya azadiyê ne, wê ne ji aliyê rêyên ku li ser meşiyane û ne jî axên li ser jiyane û ne jî ji aliyê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nayên jibîrkirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Alî Haydar Kaytan, weke ku hevrêyên wî pênase dikin, “siyasetmedar, gerîla, rewşenbîr, helbestvan û zanayekî li heqîqetê digere” û Riza Altûn jî ‘bi dil, hişmendî, gotin û çalakiyê de biryardarî’ tê naskirin. TKP-ML’ê, destnîşan kir ku herdu pêşengan kedeke mezin di destkeftiyên gelê Kurd de dane.

TKP-ML’ê, di daxuyaniya xwe ya ku hat gotin, "Herdu hevrêyan xwe gihandin armanc û heqîqetê û ji nav me veqetiyan” soza xwe ya ji bo zindî hiştina bîranîna wan û bîranîna hemû şehîdan dubare kir.

TKP-ML’ê diyar kir ku ew ê meşaleya ku wan hilgirtiye, heta serketinê bi serbilindî hildin.