NY: Ji xistina balafira MH17 Rûsya berpirsyar e
Rêxistina Hewavanî ya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ragihand ku balafira MH17 ku di sala 2014’an li ser Ûkranyayê ketiye, berpirsyara wê Rûsyayê ye.
Rêxistina Hewavanî ya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, ragihand ku balafira MH17 ku di sala 2014’an li ser Ûkranyayê ketiye, berpirsyara wê Rûsyayê ye.
Balafireke rêwiyan a bi tîpa Boeîng 777 a ji Amsterdamê diçû Kûala Lûmpûr, roja 17'ê Tîrmeha 2014'an li herêma di bin kontrola serhildêrên alîgirê Rûsyayê yên li Ûkraynayê de ji aliyê fuzeya BUK a Rûsyayê hate xistin. Di bûyerê de bi giştî 298 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di nav qûrbaniyan de 196 Hollandî, 43 Malezyayî û 38 Awûstralî hebûn.
Di mehkemeya ku di sala 2022’yan de li Hollandayê hat dîtin de, sê kes ji ber xistina balafira MH17, ku neamade bûn cezayê girtîgehê hate dayîn. Rûsiya, têkiliya bi bûyerê re red kir. Di daxuyaniya xwe ya sala 2024’an de, ICAO diyar kiribû ku Rûsya erkên xwe yên qanûnên hewayî yên navneteweyî pêk neaniye.
Hikûmeta Hollandayê ev biryar weke pêşketineke ku nîşanî civaka navneteweyî dide ku 'dewlet nikarin hiqûqa navneteweyî binpê bikin' dihesibîne. Li aliyê din Awûstralyayê jî diyar kir ku ev 'kêliyeke dîrokî' ye.
'KÊLIYEKE DÎROKÎ Û PÊNGAVEKE GIRÎNG A LÊGERÎNA LI EDALETÊ YE'
Awûstralyayê, di daxuyaniya xwe ya piştî biryara MH17 de ev yek weke "kêliyeke dîrokî ya lêgerîna heqîqet, edalet û hesabpirsînê" pênase kir û xwest ku Rûsya berpirsyartiya xwe qebûl bike û tazmînatê bide.
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Caspar Veldkamp, da xuyakirin ku ev biryar wê êşê sivik neke, lê belê ji bo edaletê gaveke girîng temsîl dike.
Hollandayê, ragihand ku Konseya ICAO wê pêvajoya tazmînatê bigire dest. Awûstralya û Hollandayê xwestin ku muzakereyên bi Rûsyayê re mecbûrî bibin û pêvajo di bin çavdêriya ICAO’yê de bê meşandin.
RASTE RAST PÛTÎN TÊ SÛCDARKIRIN
Di sala 2023'yan de ekîba lêpirsînê ya navneteweyî ragihandibû ku 'nîşaneyên xurt' hene ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn şandina fuzeya ku rê li ber xistina balafirê vekir, erê kir. Lê belê bi hinceta ku delîlên têrker ji bo dozê nehatin bidestxistin, lêpirsîn hat sekinandin.