Ataş da xuyakirin, şêniyên navçeyê ji xwe re kon vedane, lê belê konên wan jî ji aliyê dewletê ve hatine komkirin. Ataş destnîşan, kir ku gel bi biryar e li dijî zilmê serî netewîne.
'DEWLET XANIYÊN TIŞTEK PÊ NEHATIYE JÎ XERA DIKE Û ZEXTA KOÇBERIYÊ LI GEL DIKE!'
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş, encamên lêkolînên xwe yên li navçeya Şirnex Hezexê ji ANF'ê re ragihand.
Ataş diyar kir, ew bi heyeteke ji aktîvîstên dildar û saziyên mafên mirovan çûne Hezexê û got, "Me li Hezexê, bajarekî hatiye hilweşandin dîtin." Ataş da zanîn, ku welê li xaniyan hatiye mirov nema dikarin lê bimînin, binesaziya bajêr bi temamî hilweşiya ye, gel bê elektrîk û bê av ma ye. Parlamenter Ataş ragihand, ku bi kordînasyona ji şaredarî û saziyên alîkariyê re bi tankeran av ji gel re tê dayîn, xwarin tê belavkirin û cihê mirov lê bimînin tê organîzekirin. Ataş got, "Şaredarî hewl dide bi vî rengî bibe bersiv ji pêwîstiyên mirovan re. Lê belê dewlet xaniyên tiştek pê nehatiye jî xera dike û dixwaze gel neyê navçeyê. Li ser yên mayî jî tehdeya koçberiyê tê kirin."
'ELEKTRÎK-AV NÎNE, XETERIYA NEXWEŞIYAN HEYE; KON JÎ TÊN HEVDAN'
Ataş da xuyakirin, ku dewlet pêşî li karên şaredariyê yên ji bo sererastkirina binesaziyê digire û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Hemû mekîneyên kar ên şaredariyê hatine desteserkirin. Dema daxwaza vegerandina mekîneyan tê kirin, dibêjin 'serî li qeymeqam bidin'. Qeymeqam jî dibêje 'serî li walî' bide. Halbûkî ji bo sererastkirina binesaziyê, divê qeymeqam alîkariyê bide şaredariyê. Qet nebe divê bersiv ji pêdiviyên mirovan ên bi av, elektrîk an jî wekî din. Destûr ji Şaredariyê re nayê dayîn ku piştî rakirina qedexe koçê bide hev. Xeteriya nexweşiyên şewbê heye. Li Hezexê ev du meh in çop nayê hevdan. Ev yek wê bibe sedema pirsgirêkên giran. Di her kêliyê de mirov dikarin bi nexweşiyên şewbê bikevin. Qemyonên bi barê alîkariyê tên jî, bi hincetên kêfî pêşî li wan tê girtin. Bi gotina 'hûn nikarin li vir bixebitin' xebatkarên şaredariyê ji nava bajêr derdixînin. Tevî van hemû astengiyan jî gel hewl dide birînên xwe bipêçe. Lê belê ji ber ku cihekî din ê biçe nîne, li hewşa xaniyên xwe yên hatine xerakirin konan vedidin. Bi bahaneya 'rewşa bajêr xera dikin' bi fermana Walîtiya Tirk ev kon jî tên hevdan."
'GELÊ KURD LI BER XWE DIDE'
Ataş diyar kir, dewlet li şûna xwedina lêborînê û bersivdayîna li pêwîstiyên gel, êrîşên xwe yên topyekûn ên li dijî gel didomîne û destnîşan kir, di vir de armanca bingehîn koçberkirin û melisandin e.
Parlamenterê HDP'ê bal kişand ser berxwedana topyekûn a gel û got, "Gelê Kurd bi biryar e li hemberî vê zilmê serî netewîne. Yekane daxwaza wan jiyaneke demokratîk, aram û wekhev e. Heta van daxwazên xwe bi dest bixe, wê gel li ber xwe bide."