Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ girêdayî bangê, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li du qadên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê 12’emîn Kongreya xwe ya Awarte lidar xist. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di kongreyê de axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Rêber Apo, li ser xeta PKK’ê sosyalîzm, demokratîkbûyîn û wekhevî bes ne di gotinê de di heman demê de di pratîkê de jî pêk anîn û sepandin.’’
Sozdar Avesta bi bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û nirxandina wê bi vî rengî ye: ‘’Destpêkê ez ruh, mejî û damezrînerê 52 sal, mehek û 15 rojan ê rêxistinê Rêber Apo bi rêzdarî, hezkirin û hesret silav dikim. Di şexsê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Fûat, Riza û herî dawiyê jî Besê Mîtra û Gabar ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne de, hemû hevrêyên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûne, bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim û li hemberî bîranînên wan bejna xwe ditewînim.
Tevgera Azadiyê, ji serdema têkoşîna çekdarî heya niha, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi têkoşîna şerê tûnelan gihiştiye astên herî jor. Gelê me ji bo agahîstandina ji rewşa Rêber Apo li Kurdistanê û derveyî welêt pêngaveke xurt avêt. Girêdayî van têkoşînên mezin bi Rêber Apo re têkilî hate danîn. Ev agahîjêstendin bi bedêlên mezin hate bidestxistin.
Em nikarin tiştên ku di dîroka cîhanê de taybet ya gelê Kurd û jinan de geşedanên rû dane bes di çarçoveyeke hestiyarî de binirxînin. PKK’ê di dîrokê de şoreşên mezin pêk anîn. Rêber Apo Artêşa Jinan ava kir û ew pêş xist. Rêber Apo, li ser xeta PKK’ê sosyalîzm, demokratîkbûyîn û wekhevî bes ne di gotinê de di heman demê de di pratîkê de jî pêk anîn û sepandin. Di heman demê de têkoşîna jinan weke prensîbekê pêş xist û xurt kir. Di wê serdemê de hemû xebatên me li ser artêşbûnê bûn; yanî li hemberî faşîzmê têkoşîneke mezin bû.
RÊBER APO AZADIYA JINÊ DERXIST PLANA PÊŞ
Eger bi rastî têkoşîneke çekdarî encam werbigire, tenê mîna artêşeke klasîk na, yanî mîna artêşeke civakî ya artêşên gelên Rûsya, Vîetnam û Çînê jî na; divê artêşeke welê be ku jin xwedî îrade bin, pêşengiyê bikin, wekhevî û mafên xwe bi dest bixin. Lewma Rêber Apo di sala 1993’yan de Artêşa Jinê ava kir. Meseleya azadiya jinê û artêşbûna wê derket plana pêş. Ev gav, bû garantiya serketina pêvajoyê. Rêber Apo di hevdîtina destpêkê de got, “Ez li vir weke sosyalîstekê dijîm.” Ev pir girîng bû. Têkoşîna me ya 52 salan li ser vê esasê hate meşandin. Lê belê ji bo ku ji vir û şûnde encam bigire, divê jiyaneke sosyalîst, peywendiyên komunal û jiyaneke bi esas ku bikare di nava civakê de pêşengiyê bike, pêk were.
WATEYA APOYÎBÛNÊ HEVRÊTIYEKE DIRÛST E
Demê wê yekê ye ku êdî fikrê mezin xwe rêxistin bike. Hemû fikrên mezin piştî demekê belav bûne. Xrîstiyantî beriya 2025 salan bi 12 hewariyan destpê kir û heta îro mezin bûye. Ez di hûzûra vî fikrî û şehîdan de vê dibêjim: Ez xwe ji vê re amade hîs dikim. Di meşa Apoyî de hevrêyekî li girtîgehê wiha gotibû: “Dema Apoyîtî destpê kirî, ez zarokek bûm ku ji welatê xwe qut bûbûm.” Ez jî dibêjim ku di pêvajoya ku fikrê Apoyî belav bûyî de, em jî wisa bûn; me li ser dîwarên malên xwe ji beriya PKK’ê Apoyîtî didît.
Wateya Apoyîtiyê ji wê rojê heya îro, hevrêtiyeke rast, dirûst û aktîf e; li ser vê xetê bûyîna dilopekî ye. Hemû hewldan û sekna min, wê ji vir û şûnde armanc bike ku bi tevlîbûneke hîn rasttir vê rêyê bidomîne. Ez di hûzûra hevrê û şehîdan de, deynê şehîdan li ser milê xwe hîs dikim, ji bo ku weke hevrêyek wan bi wan re bimeşim nêzîkatî û meşa min wê li ser vê esasê be. Ez ê vê gotinê di pratîka xwe de bixim meriyetê.”