Operasyona li hemberî Ozgur Gelecek: 9 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li malan ên li Stenbolê de 2 jê rojnamevan 9 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên li malan ên li Stenbolê de 2 jê rojnamevan 9 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî îro jî dewam kirin. Vê carê xwendevanên kovara Ozgur Gelecek hedef hatin girtin.
Di serdegirtinên li malan ên li Stenbolê de 2 jê xebatkarên rojnameya Ozgur Gelecek 9 şoreşger hatin binçavkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ne: Xebatkarên rojnameya Ozgur Gelecek Sevîl Dogan û rahîme Karvar, xwendevanên rojnameyeê Soner Dobrîç, Ozer Çorlû, Ekîn Babacanoglû, Adîlcan Ozdogan, Aysel Kaya, Cevahîr Vûrûcû, Veysel Ûlaş Arslan û Gulhanim Aslandogan.