Li Hîldesheîmê panela 'Çima HDK-Ewropa' hat lidarxistin
Li Hîldesheîmê, li ser xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên li Ewropayê panelek hat lidarxistin.
Li Hîldesheîmê, li ser xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên li Ewropayê panelek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Hîlhesheîmê, li salona dawetê ya Acar panelek bi serenavê 'Çima HDK-Ewropa' hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Hakîme Yûsûf ve hat birêvebirin û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Nûnerê Saziya Ermenî Nor-Zartok Alex Kalk weke qiseker amade bûn.
Panela ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, bi beşdariya 200 kesî pêk hat.