BI DÎMEN

Kurdan li Elmanya û Awûstûryayê kongreyên xwe pêk anîn

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk tînin. Di kongreyên li Elmanya û Awûstûryayê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê hat kirin.

 Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk tînin. Di kongreyên li Elmanya û Awûstûryayê de banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê hat kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, 2. Kongreya Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat lidarxistin. Kongre roja Yekşemê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Piştî nîqaş û nirxandinên li kongreyê Meral Gursoy û Mehmet Orak ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. ji bo komîsyonên rêxistinbûyîn, malbatên şehîdan, çapemenî-weşan, çand, perwerde, jin, ciwan, malî, edalet û lihevkirin, têkiliyên derve 60 endam hatin hilbijartin.

BREMEN

Li bajarê Elmanya Bremenê jî civata Mizgefta Seîdê Kurdî kongreya xwe ya 19. lidar xist. Kongre li salona Navenda Perwerdeyê ya Ciwanan pêk hat û bi xwendina Quranê destpê kir. Li dû nîşandana sînevîzyona li ser alîkariya ji bo Rojava û Şengalê, nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli peyivî û got, "Ji bo Misilmanekê/î ya herî bi xêr; dijderketina li bêedaletî û zilmê ya li erdnîgariya xwe û cîhanê ye." Tûrhalli banga xwedîderketina li berxwedana li Kurdistanê kir. Piştî axaftinan, Abdullah Bozyîgît, Hîkmet Korkmaz, Hecî Mûhîttîn Boztîmûr, Vahît Ûcar, Alî Sayan, Erol Erkoç, Veysî Bûdancamanak, Haci Alî Bûdancamanak, Suleyman Dogan, Cîhan Îmret, Hecî Sidik Barasi, Haci Zekî Çelîk ji bo rêveberiya nû hat hilbijartin. Her wiha hat ragihandin, ku hilbijartina jinan wê piştre bi rengekî xweser bê kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 2. Kongreya Asayî ya Konseya Civaka Demokratîk a Awûstûryayê hat lidarxistin. Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir axivî û got, "Bi avakirina paradîgmaya xwe ya nû re em ê dilsoziya xwe ya bi Rêberî û şehîdên Kurdistanê bi cih bînin. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî bal kişand ser pêvajoya şoreşê ya li gelemperiya Kurdistanê û destnîşan kir, ku PKK li hemberî kapîtalîzmê, rêbertiya siyasî, çandî û civakî ji gelan re dike. Di kongreyê de Rîchard Berger û Ozgur Taş ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

...