Li sê herêmên Fransayê kongreyên NCDK hatin lidarxistin

Li herêmên Drancy, Roûen û Creîl ên Fransayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

Li herêmên Drancy, Roûen û Creîl ên Fransayê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.

DRANCY 

Li herêma 93. a Parîsê, Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Drancy kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Nivîskar-rojnamevan Fûat Kav di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya meclîsan û got, "Bi ruhê berxwedanê yê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayiran, divê em hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û planên dijmin ên serîtewandinê pûç bikin." Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 71 kesan hat avakirin û ji bo hevserokatiyê jî Rûkiye Ûgûr û Îsmaîl Taş hatin hilbijartin.

ROÛEN

Li herêma Normandîeyê, Meclîsa Gel a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Roûenê, kongreya xwe ya duyemîn pêk anî. Piştî xwendin û nirxandina rapora karê salekê, meclîsa nû ya ji 55 kesan hat hilbijartin. Leyla Altûn û Şivan Alin jî bûn hevserok. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Bakur" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

CREÎL 

Meclîsa Gel a NCDK a Creîlê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de hat destnîşankirin, ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn ji her alî ve destekê bidin berxwedasna xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê. Di kongreyê de piştî xwendina rapora kar a par, meclîsa nû ya ji 35 kesan hat hilbijartin û Esra Acar û Zeynel Ceylan bûn hevserok.

...