Prof. Çaglar diyar kir, Qesr û desthilatdariya AKP'ê berê xwe daye tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê leşkerî û polîtîk ve û anî ziman, ku vê yekê di bin sîwana AKP'ê de tifaqeke berfireh a şer afirandiye. Çaglar ev tifaq weke koma têkçûyiyan bi nav kir.
Akademîsyen Gazî Çaglar, mijara mafê destnedanê yê parlamenteran û polîtîkaya şer a AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Prof. Çaglar da xuyakirin, ku Erdogan bi polîtîkaya xwe ya şer û bi helwesta xwe ya li dijî Kurdan, hemû hêzên neteweperest-şoven di bin sîwanê qesrê de li hev civandiye û got, "Piraniya van hêzan 'têrê nake, lê erê' ye ku wê sibe sibe strana 'em hatin xapandin' bistirên. Ji ber ku AKP wê sîstema serokatiyê ya fîlî bi destûra bingehîn re fermî bike û yekser berê xwe bide xîlafetê. Yanî ew laîktiya ku ev hêz jê re dibêjin 'nebe nabe', eger desthilatdariya AKP'ê neyê sekinandin, wê bi rengekî fermî ji holê rabe."
MERKEL WEKE PÊLÎSTOKA ERDOGAN BÛYE MIJARA MÎZAHÊ
Prof. Çaglar da zanîn, ku Tirkiye hem di çavên hêzên serdest hem jî di çavên hêzên mûxalîf ên li Ewropayê de veguheriye welatekî otorîter û ji aliyê dîktatoriya Erdogan ve tê terorîzekirin.
Çaglar diyar kir, serdestên Ewropayê tevî ku ji ber berjewendiyên xwe yên aborî-polîtîk-jeopolîtîk û mijara penaberan zimanê xwe yê polîtîk têkildarî Tirkiyeyê xera nakin jî, vê rêveçûnê dibînin.
Prof. Çaglar wiha dewam kir: "Lê belê çawa ku emperyalîzm Erebîstana Siûdî jî di nav de bi hemû paşverûyan re dixebite, li Tirkiyeyê jî bi faşîzma Îslamî re dixebite. Û wê vî karê xwe bidomîne. Lê belê, li hemberî vê polîtîkaya serdestan, mûxalefet û zexta raya giştî li Ewropayê zêde dibe. Mînak: zexteke giran li Merkel tê kirin û êdî weke pêlîstoka Erdogan bûye mijara mîzahê. Polîtîkaya serdestên li welatên Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeya AKP'ê, wê rastî mûxalefeteke mezintir bê. Şerê li herêmên Kurdan wê vê pêvajoyê xurtir bike."
'TALANA AKP DIXWAZE BI RÊYA ŞER BIKE, SKANDAL E'
Der barê terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê û planên desteserkirina mal û milên gel de Prof. Çaglar û got, "Ya ku di bin navê 'cemawerîkirinê' de AKP li Sûrê û herêmên din pêk tîne, êrîşa li hemberî dîrok, bajar, mîmarî, rûmet û tevahiya nasnameya gelê Kurd e. Encama sîstema Îslamî-talanker a AKP'ê ye. Divê gelê Kurd bi hemû derfetên xwe, heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li dijî vê zilm û êrîşê li ber xwe bide. Talana ku AKP dixwaze bi rêya şerê hilweşandinê pêk bîne, skandalek e."
'TIFAQA ŞER A AKP'Ê, KOMA TÊKÇÛYIYAN E'
Li ser gefa destnedanê ya li parlamenterên HDP'ê tê xwarin, Prof. Çaglar ev nirxandin kir:
"Qesr û desthilatdariya AKP'ê berê xwe daye tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê leşkerî û polîtîk ve. Vê yekê, hemû hêzên neteweperest-şoven ên ji Îslamiyan heta mûxafazakaran di bin sîwana AKP'ê de li hev civand û tifaqeke berfireh a şer derxist holê. Temamiya hêzên di nava vê tifaqa şer de cih digirin, koma têkçûyiyan e. Di nava vê 'neçareseriyê' de berê jî gelek aktoran cih girtibûn. Ev kma têkçûyiyan e. Ji ber ku ji aliyê dîrokî ve wê careke din têk biçin. 'Çareseriya' leşkerî-polîsî ya di meseleya Kurd de, dibe ku desthilatdariya serdestan dirêj bike, lê ji ber ku trajediyên civakî kûrtir dike, nepêkan e.
'WÊ WEKE KOALÎSYONEKE QETLÎAMKER CIHÊ XWE DI RÛPELÊN REŞ ÊN DÎROKÊ DE BIGIRE'
Ev rastî duh jî hebû, îro jî heye, sibe jî wê weke rastiyekê hebe. Yanî ev koma têkçûyiyan wê di dawiya dawî de rûniştina li dora maseyê bibîne. Desthilatdariya AKP'ê bi rakirina mafê destnedanê re dixwaze hem HDP'ê ji aliyê polîtîk ve tasfiye bike, ev nebe dixwaze terbiye bike û ji bo pêşî li sîstema serokatiyê veke, hevsengiya li meclîsê biguherîne."
Prof. Çaglar da zanîn, AKP'ê serxwebûna dadgeriyê bi piranî ji holê rakiriye û got, "Yên bên darizandin diyar in: HDP a weke hêviya aştiyê hatiye hilbijartin, 5 mîlyon hilbijêrên xwe û hin parlamenterên CHP'ê. Bêguman ev yek ji bo dewamkirina desthilatdariya AKP'ê jî rêyeke gelekî bi rîsk e. Derxistina HDP'ê ji Meclîsê wê şer girantir bike. Derbek bi vî rengî ya li vîna 5 mîlyon hilbijêran were xistin, wê bêbersiv nemîne."
'ÇARESERIYA SIYASÎ Û AŞTÎ BÊALTERNATÎF IN'
Prof. Gazî Çaglar bal kişand zext û zordariya AKP'ê ya li akademîsyenên banga aştiyê kirin û got, "Şer hînê dewam dike. Ya herî girîng ew e ku divê daxwaza aştiyê bê bilindkirin. Çareseriya siyasî û aştî bêalternatîf in. Heta ku desthilatdariya AKP'ê hebe, hemû akademîsyenên demokratîk jî wê bi zextê re rû bi rû bin. Mîna rojnamevan, mamoste, doktoran... Bi kurtasî mîna her kesên aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Bi azadî, wekhevî û aştiya li nava civakê re zanîngeh dikarin azad bibin. Yên ku di vê demê de divê herî zêde li ber xwe bikevin, ew xulamên wî yên ku êrîşên Erdogan ên li hemberî akademîsyenên aştiyê weke tiştekî baş dibînin e. Ji van xulaman ên li zanîngehan e, li dijî nêrîn û azadiya akademîsyeniyê sûc kirine."