Komkujî û berxwedan 3 rojan li Londonê hatin vegotin

Çalakiya kon a berî sê rojan li paytext Londonê hat vedan, bi dawî bû.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, li dijî tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê, roja Înê kon hat vedan. Ev çalakî piştî sê rojan bi dawî bû.

Li qada çalakiyê ya ciwan lê bûn, alên PKK û Ciwanên Azad hat daliqandin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Em hemû PKK'yî ne" hatin qîrîn.

Komên faşîst ên Tirk ji bo çalakiyê bidin qedandin, gilî kirin û li ser vê yekê polîsên Îngilîz xwestin çalakî zû bê qedandin. Ciwanan jî bi gerandina govendê li dijî polîsan derketin û çalakiya xwe dewam kirin.

BI SEDAN BELAVOK HATIN BELAVKIRIN

Li aliyê din, ciwanên Kurdistanî di nava sê rojan de bi sedan belavok belav kirin û hem wehşeta AKP'ê ya li Kurdistanê dike, hem jî daxwaza xwerêveberiyê ya Kurdan ji gelê Îngilîstanê re vegotin. Ciwanan dan xuyakirin, ku çalakiyên wan wê bidomin.