Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna Ebadî dicive
Serokatiya Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku îro bi tevlîbûna Serokwezîrê Iraqê Ebadî ve wê parlamento bicive.
Serokatiya Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku îro bi tevlîbûna Serokwezîrê Iraqê Ebadî ve wê parlamento bicive.
Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Iraqê de hat diyarkirin ku di rûniştina îro de wê Serokwezîr Haydar Ebadî lîsteya kabîna nû pêşkêşî parlamentoyê bike û wê ji bo vê deng bêne bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di rûniştina îro de wê li ser mayîn an nemayîna li ser wezîfeyê ya serokê parlamentoyê û her du cîgirên wî bêne nîqaşkirin.
ŞERTÊ PARLAMENTERÊN DI GREVÊ DE
Parlamenter ji 16’ê Nîsanê ve dest bi çalakiyê kirine. Di daxuyaniya îro de diyar kirin ku ji bo tevlî rûniştina îro bibin amade ne, lê şertekî wan hene: “Eger Selîm Cîbûrî nebe serokê rûniştinê, em ê tevlî rûniştinê bibin û dengê xwe yên ji bo kabîneyê bi kar bînin.”
Li ser navê parlamenterên di grevê de ne, Parlamenter Îskender Wetûr ragihand ku biryara tevlîbûna rûniştinê girtine, lê heta şertên wan bi cih neyê wê gavê paşde navêjin. Wetût wiha dewam kir: “Eger Selîm Cîbûrî seroktiyê ji rûniştinê re neke, ji bo rêvebirina demkî ya rûniştinê Adnan Cenabî yê me di parlamentoyê de hilbijartibû cih bigire, em amade ne ku ji bo kabîneya nû dengên xwe bi kar bînin û tevlî nîqaşên guhertinên dîwana serokatiyê bibin.”
SADR JI BO TEVLÎ PÊŞENDANAN BIBE HATE BEXDAYÊ
Rêberê Şîî Mûkteda Sadr jî îro ji bo pêşengtiya pêşendanên li Qada Tahrîr a Bexdayê bike heta Bexdayê.
FRAKSIYONÊN KURD: DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN BIXEBITE
Fraksiyonên Kurd diyar kirin ku wê tevlî rûniştina parlamentoyê bibin, gotin ku divê guhertina dîwana serokatiya parlamentoyê, nîqaşên li ser pirsgirêkên zagonî, dengdayina kabîneya nû ya wê Ebadî pêşkêş bike di çarçoveya destûra bingehîn de be. Fraksoyên Kurd ên gotin wê tevlî rûniştinê bibin, anîn ziman ku wê ferzkirinan qebûl nekin.
Her wiha tê payîn ku parlamenterên Kurd şerên li Xurmatû yê mabeyna peşmerge û Heşdî Şabî, dîsa pirsgirêka Heşdî Şabî ya li Başûrê Kurdistanê bînin ziman.
QAD DÎSA TIJÎ BÛN
Çalakiyên bêitiatiya sivîl ên bi armanca darizandina nelirêtiyan li paytexta Iraq Bexdayê têne li darxistin bi meş û mîtîngan dewam dike. Bi deh hezaran li Qada Tahrîrê dimeşin.
Hejmara kesên bi banga tevgera Sadr kolan tijî kirin vê sibehê deh hezar bihurîn. Girseyê pira esasî ya Cûmhûrî derbas kir û diçe Qada Tahrîrê. Bi destpêkirina çalakiyê ve li derdora avahiyên wezaretan, konsolosxaneyan gelek polîs û wesayîtên zirxî yên emniyeta Bexdayê hatin bicihkirin.
Çavkaniyek nêzî buroya fermî ya tevgera Sadr diyar kir ku Muqteda es Sadr danê êvarî gihiştiye semta Kazimiye, wê li gor rewşa ewlehiyê daxuyaniyek bide.