Kaltenbach: Divê li dijî komkujiyên li Kurdistanê civaka navneteweyî seferber bibe
Senatorê Parîsê Phîlîppe Kaltenbach ê bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan ji bo tevlî bîranînan bibe hat Stenbolê, bal kişand ser daxwaza xweseriyê ya Kurdan û destnîşan kir, ku ev daxwaz rewa ye.
ZEYNEP KÛRAY
STENBOL / ANF
sêşem, 26 avrêlê 2016, 07:00
Senatorê Parîsê Phîlîppe Kaltenbach ê bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan ji bo tevlî bîranînan bibe hat Stenbolê, bal kişand ser daxwaza xweseriyê ya Kurdan û destnîşan kir, ku ev daxwaz rewa ye. Kaltenbach ji ANF'ê re axivî û diyar kir, ew qewimînên li Kurdistanê bi endîşeyeke mezin dişopîne. Kaltenbach got, "Kurd ji her alî ve tên qetilkirin, ev ne ya qebûlkirinê ye." Kaltenbach destnîşan kir, ku divê civaka navneteweyî li hemberî van komkujiyan seferber bibe. Ji bo aştiyeke mayînde jî Kaltenbach da xuyakirin, ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û veger li pêvajoya diyalogê bê kirin.
Senatorê Parîsê Phîlîppe Kaltenbach, ku ji ber salvegera 101. a Qirkirina Ermeniyan hat Stenbolê, anî ziman ku divê dewleta Tirk Qirkirina Ermeniyan bes ji nedîtî ve bê. Kaltenbach bi rengên ji ala Fransayê beşdarî merasîma bîranîna qurbaniyan bû û bibîr xist, ku qirkirin di roja îro de ji aliyê Papa û gelek welatan ve tê naskirin. Kaltenbach helwesta dewleta Tirk rexne kir ku tevî vê yekê jî qirkirinê qebûl nake û destnîşan kir, ji bo qirkirinên nû li Tirkiyeyê rû nede girîng e Qirkirina Ermeniyan bê naskirin û hesabê wê were dayîn. Kaltenbach got, "Redkirina rastiya qirkirinê dikare rê li ber rûdana qirkirinên nû veke. Ev ne ya qebûlkirinê ye." Kaltenbach da zanîn, ku divê ji bo naskirina qirkirinê hewldan bê kirin û ew bi vî ruhê seferberiyê hatiye Stenbolê. Senatorê Parîsê diyar kir, ji bo destekkirina entelektuelên Tirkiyeyê yên ji bo naskirina qirkirinê têdikoşin, ew hatiye Tirkiyeyê.
'DAXWAZA XWESERIYÊ YA GELÊ KURD REWA YE'
Kaltenbach da xuyakirin ku ew qewimînên li Kurdistanê bi endîşe dişopîne û got, "Ji her alî ve gelê Kurd tê qetilkirin, ev ne ya qebûlkirinê ye." Kaltenbach da xuyakirin ku divê civaka navneteweyî li hemberî van komkujiyan seferber bibe. Senator bi taybetî bal kişand ser xemsariya Elmanyayê ya li pêşberî qetilkirina gelê sivîl li Kurdistanê û destnîşan kir, ku li pişt vê xemsariyê bazariya li ser penaberên Sûriyeyê heye.
Senatorê Parîsê destnîşan kir, daxwaza xweseriyê ya gelê Kurd rewa ye, ew destekê dide vê daxwazê û got, "Tiştekî gelekî normal e, ku gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne, baxive, bêyî zext lê bê kirin siyasetê bike û hewl bide xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li hemû welatên demokratîk rewş bi vî rengî ye. Dewletên zextê li hindikahiyan dikin ew dewlet qaşo demokratîk in. Beriya her tiştî divê hikûmeta Tirk hurmetê nîşanî daxwaza Kurdan a çandî, ziman, jiyan û welatîbûna wekhev bide û pêşî li jiyaneke bi rûmet veke." Kaltenbach nerazîbûn nîşanî hewldana ji bo rakirina mafê destnedanê yê parlamenterên HDP'yî û destnîşan kir, destdana li parlamenterên Kurd, ku bi dengê bi mîlyonan hatine hilbijartin, girtina wan tê wateya derba li vîna hilbijêran.
DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN, VEGER LI MASEYÊ BÊ KIRIN
Senator Kaltenbach da zanîn, ku ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vegera li pêvajoya diyalogê heye û got, "Ne pêkan e bi dewleteke qetlîamker re axaftin bê kirin. Lewma divê dewleta Tirk derhal daxwazên Gelê Kurd û Birêz Ocalan bibîne û tavilê li maseya çareseriyê vegere."
Kaltenbach bang li hikûmetê kir, ku li gorî peymanên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatine morkirin tevbigere û anî ziman, heta 72 şertên ku meseleya Kurd, azadiya çapemenî û ramanê û hurmeta li hindikahiyan jî di nav de bi cih neyên anîn, wê şertê vîzeyê neyê rakirin. Kaltenbach got, "Eger dewleta Tirk helwesta xwe ya zordar a li serl mijarên demokrasî, azadî, çapemenî û ramanê bidomîne, wê bawerî pê nemîne."