Însiyatîf û afirînerî - Selahattîn Erdem

Di serketina berxwedanê xwerêveberiyên xweser ên Cizîr û Surê de hate îspat kirin ku du têgîn dikare vê berxwedanê ber bi zaferê bibe,ev jî Înîsiyatîf û Afirînerî ye!

Di serketina berxwedanê xwerêveberiyên xweser ên Cizîr û Surê de hate îspat kirin ku du têgîn dikare vê berxwedanê ber bi zaferê bibe,ev jî Înîsiyatîf  û Afirînerî ye! Înîsiyatîf  tê wateya; ji ti kesî hevî nekirin û benda keseke din nemayînê, di heman demê de tê wateya berpirsyarî girtin û dîtina pêdêviyên kû wê werin kirin. Afirînerî jî tê wateya; dubare nekirina hinek tiştên kû dizane û li  şûna wê her tim pêşxistina rê û rêbazên nû ye. Ev jî, Rast û bi tesîr, bikaranîna derfet û fersendan ve girêdayî ye.

Bêguman, jibo Şoreşa Xweseriya Demokratik û tekoşîna wê, kû gelek berpirsyariyan di nava xwe de dihewîne, pêwîstî bi Înîsiyatîf  û Afirîneriyek bi hêz heye. Ev berxwedan, berxwedana şoreşa Xweseriya Demokratik û xwerêvebirina xweser a demokratik e. A rast avakirin û pêşxistina  rêveberiyên heremî yên  xweser, tê wateya bingehê demokrasiyê. Dema pîvana bingehîn pêşxistina heremên xwecihî be; wê vîna heremî, rêxistinîbûn û hêza xwecihî di her alîde diyarker be. Ev jî bi Înîsiyatîf û Afirîneriyê dikare pêkwere.

Jibo serketina berxwedanê xweseriyê, çiqas înisiyatîf û afirînerî pêwîst be, bi heman rengî di berxwedanê de biryarbûn û israrkirin jî gelek girîng û pêwîst e. Ev jî girêdayî baweriya ku wê ev berxwedane serkeftinê bine mimkûn e. Lewma beriya her tiştî bawerî tê. Baweriya serkeftinê, baweriya ku wê ev berxwedane zaferê bi xwe re bîne, di hemû aliyan de jibo me diyarker e. Bêgûman ev jî, bi dildariyek mezin a girêdana jiyaneke azad û serbixwe, ji derveyî jiyana azad redkirina tevahiya cûreyên jiyanê, bi rihê  azadiyê redkirina her rengê kolebûn û xûlamtiyê dikare pêkwere.

Yên kû bi dildariyek mezin jiyana azad ji xwe re nekin armanç û nejîn, yên kû nokerî û xiyanetê ji xwe re weke jiyan dibînin, ne mûmkûne kû bikaribin bibin şervaneke serkevtî yê azadî û demokrasiyê. Kesên wisa;li şûna şoreşgeriyê daxwazin reformîzmê, li şûna berxwedêriyê pasîfîzm û teslîmiyetê hildibêjêrin. Pir eşkere diyare kû,berxwedan ber bi zaferê dibe, teslîmiyet dibe îxanetê, pasifîzm jî ber bi wendakirinê dibe. Li ti devera cîhanê de, pasifist û teslimiyetçiyan di tekoşînê de serkeftin bidestnexistiye, jixwe buyerek wiha jî tine ye. 

Helbet ji bo me û yên kû di berxwedanê de biryar dane pirsa esasî; Înîsiyatîf û Afirîneriya ku wê serketina berxwedana  xweseriya demokratik misoger bike,çavan were nîşandan e. Helwest û seknên pasîf û kevneperest, berxwedana kû li Cizir û Sûrê liser bingeha xwerêvebirinê destpêkiriye, kû pêl bi pêl belavî tevahiya Kurdistanê dibe, ber bi pêşde nabin, berevajî, li pêşiya vê berxwedana dîrokî û serkeftina wê, astengiya herî mezin in. Jibo kû li her derê înîsiyatîf û afirîneriyek wiha werî nîşandan, divê tevahiya rengên pasîfzm û teslîmiyeta kû li her derê de reşbînî û bêhêvîbûnê belav dike werî tine kirin û ji nav refên me werin paqij kirin. 

Jibo derbeya mirinê li faşîzma AKPê bikevî, ji bo bi pêngavan pêşxistina berxwedanê xwerêveberiyên xweser û demokratik û li gorî vê pêngavê, raberkirina pêdîviya inisiyatîf û afirîneriya siyasi û leşkerî,di heman demê de xeta pasîfzm û teslimiyetçîtiya kû dixwaze di nav me de dûdiliyê û reşbîniyê belav bike, divê li diji wê, di her alî de tekoşînek ideolojik û rêxistinî  were kirin. Li dijî dijminê derve berxwedana siyasi û eskerî, li dijî dijminê hindûr jî tekoşîna bîrdozî û rêxistinî gelek girîng e û hevdû temam dikin. Lewma, tekoşîna li dijî faşîzma AKPê de jibo  serkevtina berxwedana rêveberiyên xweser û demokratik,encex  bi tekoşîna hindûr a bîrdozî û rêxistinê ve bihevre bimeşin, dikare bi serkeve. 

Tam jî di vê mijarê de pirsgirîk û lewazî têne jiyin. Di nava me de helwest û tevgerên bêbiryar, bêbawer, reşbînî, bêhêvîbûn, paşverû, daxwaza serkeftinên bi hêsanî, pasîfîst, teslimiyetçîtî û jiyanekê di bin tesîra şerê teybet de ye gelekî  zêde pêşketin e. Heya wisa bûye kû, hinekî wan kesan, mîna baskê AKPê yên 5’mîn tevdigerin. Dema kû devê xwe vedikin, cihê kû lê ne bêhêvîbûn û reşbîniyê belav dikin. Lê di rewşên wiha de ev kesene nayine dîtin û li hemberê helwest û gotinên wan jî, tekoşînek bi tesîr nayê meşandin.

Bêguman her mîna Kobanê û Şengalê, îro jî gelê me li bajarên Bakûrê Kurdistanê de li dijî êrîşên qirkirina faşîst tekoşînekê mezin a hebûn û azadiyê  dimeşînin. Weke di mînaka Cizîr û Surê de jî hate jiyîn, berdêlên vê berxwedanê gelekî giran û êşa wê jî gelekî mezin e. Vê yekê herkes û nexasim jî yên kû di nava tekoşînê de ne dijîn û dibînin. Başe ev rastiye tê çi wateyê?  Li gorî me ya yêkemîn; Hov,Stemkar û zilmkariya faşîzma AKPê nîşan dide, ya dûyemîn jî kêmasiyên me yên di tekoşînê de nîşanê me didin. Jibo vê jî, divê liser bingeha rexne û rexnedayînê, em kêmasiyên xwe bibînin û tevî sedemên wan jî bihevre sererast û derbas bikin.

Lê belê, li gorî wan kesên pasîfîst û teslîmiyetçî, kû dixwazin bikevin nava me jî, berpirsyariya wan berdêlên giran û êşên mezin, berxwedaniya îro jibo  azadiyê bi qehremanî tê meşandin dibînin. Gelekî wan kesan,bi gotin û helwestên xwe,berpirsyariya tiştên kû hatine jiyîn, berxwedanê nîşan didin û li gelek deran de nîqaşên xerab dikin. Ev kesene di destpêkê de hê zêdetir bûn,lê niha li hemberê qehremantiya Cizîr û Surê, herwiha piştî bangên qetliam û qirkirina Kurdan yên Erdogan û Bahçeli  şûnde çiqas kêm bibin jî, diyare kû hîna jî hebûna xwe berdewam dikin.

Yên wisa,li şûna kû bêjin “Diviya bû em hê bêtir rast, bihevre û bi tesîr liberxwe bibin” dibêjin; Gelek derfetên me yên baş hebûn û ev berxwedane ji kû derket, pêwîstî bi berxwedanê nebû, bi dengek bilind jî qîr dikin û dibêjin; lazime ev berxwedan zêdetir dirêj neke. Jibo qetliam û rûxandina bajaran, li şûna kû faşîzma AKP û MHP'ê weke berpirsyar bibînin, berxwedanê xweseriya demokratik berpirsê vê encamê dibînin. Her çendî bi eşkere nebêjin jî,lê li
gora wan,divê herkes teslîmê faşîzma AKPê bibe, û nesîhetên mîna ji derveyî vê ti riyên din tine ye didin. 

Bêgûman di hindûrê tekoşîna 40 salan de ev gotin, gelek caran hatin gotin û em kesên wisa jî pir baş nasdikin.

Hîna di nîveka salên 1970’an de dema PKK bi rengekî çalak dest bi tekoşînê kir, xeta pasifîst û teslimiyetçi heman tişt digotin. Di nîveka salên 1980’an de dema PKK'ê dest bi berxwedana Gerilla kir, wan kesan qebûl ne dikir û digot; pêwîstî bi berxwedanê tine ye. Beşekê  wan jî digotin; Berxwedana kû jibo Azadiyê, wê Gel ber bi qetliaman ve bibe pênase dikirin.

Başe dîrokê, kê û kîjan xetê piştrast kir?  Xeta burjuwaziya piçûk a reformist û teslimiyetçî pêşkevtin afirandin, anjî xeta şoreşker û berxwedêr a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna gelê Kurd parast û azad kiriye? Encam li ber çavan û li holê ye. Niha li Kurdistanê de xeta ew derdorên reformist û teslimiyetçi nemaye û koka wan qeliya ye. Lewma, Ciwanên kurd ku bi rih û zanebûna Apoyî xwe pêşxistine, îro li dijî faşîzma AKP û DAÎŞê, bi qehremanî li berxwe didin,Kûrd kiriye pêşeng û hêviya mirovatiya azad.

Weke doh, îro jî, xeta şoreşker û berxwedêr a Rêber Abdullah Ocalan,tekoşîna hebûn û azadiya gelê kurd birêve dibe.
Rêber Abdullah Ocalan, îro ji doh zêdetir pêşengtiya tekoşînê dike. Kê dikare vê rastiyê jibîrbike û bi gotina; “AKPê ji Îmraliyê re qedexe daniye” berevajî bike? Gelo jibo Kurdan rûxandina kû li Kurdistanê pêk hatiye girînge, anjî berxwedêriya Mehmet Tunç û Pakîze Nayir’an kû herkes pê şanaz û serbilinde girînge?
  
Divê van rastiyane her Kurdê kû dibêje ez welatparêzim baş bizane,fam bike û li gorî vê jî tevger bibe;Ya yêkemîn, Şerê mijara gotinêye ne Kurdan, AKP û DYA’yê derxistiye û li gorî konsepta şerê teybet yê giştî,bi êrîşên faşîst dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji xwe vê rastiyê,Erdogan,Davutoglu û Bahçelî bi eşkere tînin ziman. Ya dûyemîn jî, li dijî van êrîşên tinekirin û tasfiyekirinê,tevgera azadiya Kurd mecbûr bû jibo hebûn û jiyaneke azad liberxwe bida. Lewma ev berxwedane heya dawî rast bû, mafdar bû, pêwîst û bi rûmet bû.Ti kêmasî û texrîbat nabe sedem kû li dijî faşîzma AKPê, lewaz, bê berxwedan û bê tekoşîn rawestin. Ya sêyemîn jî, li Cizîr û Surê de faşîzma AKPê wenda kir û berxwedana Kurdan zafer qezençkiriye. Her mîna salên 1982’an di berxwedana zîndana Amedê de pêkhatiye. Divê herkes vê rastiyê baş bizane; Çawa kû li Kurdistanê de jiyana wan 35 salên dawî berxwedana Mazlum Doğan, Kemal Pir û Hayri Durmuş'an diyar kiriye, jiyana ji niha û 40 sal şûnde jî, wê berxwedana Mehmet Tunç ve Pakize Nayır'an diyar bike.

Di 24ê Tîrmehê de, dema kû êrîşên hevpar yên AKP û MHP'ê destpê kir û li dijî wê, me dest bi berxwedana rêveberiyên xweser û demokratik kir,me ev tişt got; Teslîmiyet ber bi Îxanetê,Pasîfîzm dibe wendakirinê, û Berxwedan jî wê ber bi Zaferê bibe! Encamên tekoşîna 9 mehan jî ev rastî piştrastkiriye. Eger di serkevtina berxwedanê de kêmasî hebin,berpirsyariya wê ne berxwedan e, berevajî vê, xeta kû hewldide bikeve nava berxwedanê pasîfîzm û teslîmiyetçîtî ye. Lewma, divê tevahiya hêzên berxwedêr vê rastiyê baş bizanin û jibo bi înîsiyatîf û bi afirînerî tevbigerin û serkeftinê  misoger bikin jî, lazim e li dijî vê xeta şaş heta dawiyê tekoşîn bikin. Zafera berxwedanê, encex bi sekn,helwest û tekoşînek wiha dikare were bidestxistin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA