Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberî û azadiya Ocalan
Di meşa aştiya ya li Başûrê Afrîkayê de AKP/Qesr hatin protestokirin, peyamên piştevaniya Kurdan hatin dayîn û ji Ocalan re daxwaza azadiyê hate kirin.
Di meşa aştiya ya li Başûrê Afrîkayê de AKP/Qesr hatin protestokirin, peyamên piştevaniya Kurdan hatin dayîn û ji Ocalan re daxwaza azadiyê hate kirin.
Li paytexta Başûrê Afrîka Pretorîayê, dostên Kurdistanê vê sibehê li ber Sefîrxaneya Tirk pêşendanek protestoyê li dar xistin.
Di “Meşa Demokrasî û li dijî Şerên Emperyalîst Aştî” ya ji aliyê Însiyatîfa Aştiyê ya Afrîkaya Başûr (SAPI) hate organîzekirin de alên KCK’ê û PKK’ê hatin rakirin.
Di çalakiyê de Sekreterê Neteweyî yê Yekîtiya Ciwanan a Partiya Komunîst, nûnerên Koma Piştgiriya Kurdistan-Başûrê Afrîka, nûnerê KCK’ê yê Afrîkaya Başûr, Koma Piştevaniya Swazîland-Kurdistan, NEHAWÛ û PÛDEMO axivîn.
‘BI TÊKOŞÎNA HEVPAR WÊ BINDEST BI SER KEVIN’
Axaftvanan bal kişand ser pozîsyona neyênî ya AKP’ê, peyama piştevaniya Kurdan dan. Nûnerê KCK’ê jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên qirker ên li Bakurê Kurdistanê , tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku bi têkoşîna hevpar wê bindest bi ser kevin.
Di çalakiyê de memorandum hate xwendin, daxwaz hate kirin ku mafê xwerêveberiya Kurdan bêne qebûlkirin, Ocalan û tevahî girtiyên siyasî bêne berdan.
‘ERDOGAN SÛCÊ ŞER DIKE’
Di daxuyaniya SAPI de jî hate diyarkirin ku Erdogan û AKP sûcê şer pêk tînin, bi komên terorîst re di nav têkîliyan de ne. Di daxuyaniyê de her wiha peyama piştgiriya Kurdan hate dayîn.